Li Farqîna Amedê her sal bi navê "Serê Gulanê" çalakiyên pîrozbahiyê li dar dikevin, îsal Şaredariya Farqînê di vê çarçoveyê de xebatek nû daye dest pê kirin: Pêşbaziya Çîrok û Helbestê ya bi Kurdî.
Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê ragihand ku dê îsal di çarçoveya bernama kevneşopî yên Serê Gulanê de pêşbaziya taybet a helbest û çîrokên kurdî li dar bixe.
Şaredarî wisa gotiye, "Bi vê pêşbaziya watedar a di çarçoveya bernameya Serê Gulanê de, bi armanca pêşxistina ziman û çanda kurdî tê lidarxistin. Em banga beşdariyê dikin."
Pêşbaziyê dê tenê ji bo kesên ji Farqînê ne vekirî be. Yên bixwazin dikarin di navbera 15’ê adarê û 1’ê gulanê de helbest û çîrokên xwe yên ku bi kurdî hatine nivîsandin ji navnîşana silvanbelediyesii@gmail.com re bişînin.
Berhemên bi ser bikevin dê bên xelatkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN