Hêkên Zargaryan û çavbirçîtî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Gulan 2023 - 04:39

  • Berhevkar û hunermendê afirîner Yakov Zargaryan ê Ermen digot, kesên berhevkar çavbirçî ne û ti carî ji berhevkirina tiştan têr nabin. Zargaryan hezar û 200 hêkên ku li ser wan resm hene û ji hêla kesên cuda ve hatine xêzkirin, kom kirin. Her wiha wî karê berhevkariyê weke girrekê jî didît. 

Berhevkarî yan jî karê koleksiyonvaniyê weke nexweşiyeke jêneger e ji bo hin mirovan. Piştî ku ev mirov ji hin tiştan hez kirin, dikarin emrê xwe xelas bikin li pey wan tiştan. Ew bi van koleksiyonan bibîranînan kom dikin û li hember jiyana ku wê rojekê bi dawî bibe, bi kolkesiyonan li ber xwe didin. Bibîranîn û ev koleksiyonên wan nahêlin ku ev insan zû bi zû werin jibîrikirin. Yakov Zargaryan ê Ermen jî yek ji wan berhevkarê navdar bû. Ew nivîskar, pedagog, muzîkjen û berhevkarekî jêhatî bû. Zargaryan yek ji wan insanên herî balkêş ê li Êrîvanê bû. Her wiha li Rûsya jî baş dihat naskirin. Koleksiyona hêkên wî yên rengo rengo û bi resm, koleksiyoneke mezin û navdar e. Zargaryan ji dost û hevalên xwe xwest, ew dinyayê li ser van hêkan teswîr bikin. 

Koleksiyona hêkên boyaxkirî ya Zargaryan ji hezar û 200 hêkî pêk tê. Ji 52 welatan û ji bêhtirî 100 bajaran hêk berhev kirin. Dema wî ev hêk berhev kirin, ji hunermendan xwest ew van hêkan boyax bikin. Qederê 940 hunermendan hêkên Zargaryan boyax kirine û bi van hêkan koleksiyoneke bêhempa ava bû. Hêkên boyaxkirî li mala Zargaryan hatin komkirin. Niha jî mala wî bûye weke muzeyekê û hêkên ku li ser wan resm hene, li wir tên parastin. Jixwe, mala wî ya ku ji du odeyan pêk tê li Êrîvanê cihekî pirr bi nav û deng e. Helbet li mala wî ya ku dişibe galeriyekê, tenê ne hêkên boyaxkirî, wekî din jî gelek tişt hene ku wî berhev kirine. Lê hêkên wî yên ji herî, dar, cam û hesin, koleksiyona wî ya herî li ber çavan e. Xelk nexasim ji bo van hêkên Zargaryan bi hunermendên dinyayê dane boyaxkirin û kom kirine, diçin serdana mala wî ya ku niha weke muzeyekê tê dîtin.

Hevaltiya wî bi Mînas Avetîsyan re

Yakov Zargaryan, sala 1920’an li Êrîvanê hatiye dinyayê. Wî li Dibistana Spendiaryan ya Muzîkê xwend. Piyanojenekî serketî bû. Demeke dirêj li Rûsyayê dimîne û li wir jî di warê muzîkê de dersan dide şagirtan. Ew ji Konservatuwara Gorkî mezûn dibe. Li Îtalya û Sovyetê di gelek şahiyan de weke solîst derdikeve ser dikê û li pîyanoyê dixe. Lê di heman demê de wî ji resman jî pirr hez dikir, nexasim jî resmên şêwekarên Ermen pirr bala wî dikişandin. Bi taybetî jî resmên Mînas Avetîsyan û xebatên wî. Jixwe bi saya Zargaryan xebatên Avetîsyan hîn bêhtir hatin naskirin û Avetîsyan jî pirr qedrê wî digirt. Heta, wî çend porteryên Zargaryan jî çêkirin. Her wiha mala Zargaryan ku niha weke galeriyekê tê xuyanê jî dîsa Avetîsyan boyax kir. 

‘Bi vê êşê kêfxweş im’

Di hin wextan de, dema Yakov Zargaryan di hêla madî de tengijiye, mecbûr maye hin berhemên ku berhev kirine, bifiroşe. Lê heta ku derfetên wî hebûn û di mala wî de cihê ku tiştekî bi cih bike nema jî, wî tişt berhev kirin. Di sala 2013’an de wî pirtûkeke ku behsa koleksiyona wi ya hêkan dikir jî çap kir. Zargaryan karê berhevkirinê weke nexweşiyekê didît û digot; “Berhevkar kesên çavbirçî ne û ti carî têrxwarin bi canê wan nakeve. Dema 100 malzemeyên wî hebin, ew ê dawa 101’ê bike. Heger ew xwediyê 20 hezar tiştan be, ew dê dawa 20 hezar û yekê bike. Ji lewma jî ev kar weke nexweşiyekê ye. Ji ber vê nexweşiyê ez pirr êşiyam…lê çi bêjim, êşeke wisa bû ku di heman demê de ez dilşad dikirim û kêfa min dianî.”