Hejmara Şermola ya 12’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:06

  • Kovara Şermola ya li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdî û Erebî çap dibe, bi hejmara xwe ya 12’an derket.

Kovara Şermola ya li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdî û Erebî çap dibe, bi hejmara xwe ya 12’an derket.

Kovara Şermola sê mehan carekê derdikeve. Di vê hejmara payîzê de bi navê “Di wêjeyê de çîrok” dosyayek heye.

Kovarê ji bo çîrokên Bakur û Rojhilatê Sûrîye testpîtek wiha kiriye ,”Dema em li rastiya ‘çîrokê’ ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinêrin, em serdestiya dîtinên realîst û naveroka civakî û neteweyî li ser piraniya berhemên ku ji 2011’an û vir ve derketine, li gorî guhertin û veguhertinên siyasî û civakî ku ji wê dîrokê de pêk hatine û pêk tên, dibînin. Lê belê, piraniya çîrokên ku têne nivîsîn ji hêla teknîka hunerî, rewanbêjî, nîgaş û şêwazê sembolîk ve lawaz in, her wisa carnan di heman berhemê de zêdetir ji cureyeke wêjeyî bi awayekî ne normal tevlî hev dibin.”

Di vê hejmarê de Aram Hesen ligel nivîskar Yaqob Tilermenî derbarê çîrokê de hevpeyvînek kiriye.

Her wiha di vê hejmarê de nivîsên Abdullah Ocalan, Diyar Bohtî, Lokman Polat, Narîn Omer, Beşîrê Mele Newaf, Îsmet Hesen, Mufîde Koto, Cemîl Xoce, Hêmin Heme Tewfîq, Salihê Heydo jî hatine weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.