Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku di Tebaxê de 2 rojnamevanên din jî hatine girtin û hejmara rojnamevanên girtî bûye 79.

DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Tebaxê eşkere kir.

Di raporê de diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî raporê, meha derbasbûyî 11 êrîşên li dijî mafê jiyanê yê rojnamevanan hatine kirin, ser bi mala rojnamevanekî de girtin, 5 rojnamevan hatin destgîrkirin, 2 ji wan hatin girtin, li djî 5 rojnamevanen kiryarên xirap hatin kirin, gef li 8 rojnamevanan hatin xwarin û 5 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatin astengkirin.

DFG’ê her wiha li dijî rojnamevanên li girtîgehê 37 binpêkirinên mafan tespît kirin. Di binpêkirinên di warê azadiya raman û îfadeyê de li dijî 4 rojnamevanan lêpirsîn û li  rojnamevanan jî doz hat vekirin. Derbarê 20 rojnamevanan de jî yan doz hatin vekirin yan jî dadgehkirina wan dewam kir.

Li gorî raporê, di Tebaxê de 2 rojnamevanên din hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî bû 79.

Di heman demê de Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), li 3 saziyên çapemeniyê ceza birrî, 22 weşanên çapemeniyê qedexe kirin, cezayên pere li 5 weşanan birrîn, 3 saziyên weşanê jî hatin rawestandin.

Di meha Tebaxê de 4 malperên înternetê hatine girtin, biryara qedexeya xwe gihandinê li ser 115 nûçeyan hatiye danîn.

AMED