Hejmara 28’an a kovara Zendê bi dosyeya “Hozên Kurd” derket. Gotarên li ser ziman, wêje, dîrok û çanda Kurdî di kovarê de cih digirin. Kovara Zendê ku ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ve tê amadekirin, bi vê hejmarê jî bi naverokeke têr û tije li ber destê xwîneran e.
Kovara Zendê ku bi perspektîf û pîvanên xwe yên akademîk li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê tê naskirin, gelek nifş bi xwe re rakirin û mezin kirin.
Di vê hejmarê de nivîs û lêkolînên Adil Mihemedpûr, Zana Farqînî, Şemoyê Memê, Berat Qewîendam, Pierre Oberling, Hekarî Barbro Karabuda, Mehmûdê Sebrî, William Eagleton, Dr. Zerar Sidîq Tewfîq, Ûmîd Demîrhan” hene.
MA/STENBOL