Hejmara nû a Psychology Kurdî derket

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Mijdar 2020 - 23:23

Kovara Psychology Kurdî hejmara xwe ya 11´an derxist û tê de berê xwe daye dosyeya “Koçberî û derûniya koçberiyê”.
Di vê hejmarê de Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan behsa “Psîkoterapî di Civaka Pir-çandî de” dike. Bi Prof. Dr. Safiye Yıldız re li ser polîtîkayên koçberî, navçandî û pirr-çandiyê de û têkiliya wê bi zimên re, rola zimên di avakirina nasnameyê de hevpeyvîn hatiye kirin.
Meqaleya Prof. Dr. Renos Papadopoulos ya bi navê “Tûrikê Koçberiyê” jî di vê hejmarê de cihê xwe digire.
Ûsiv Biyanî bi Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildar re li ser têgeha koçberiyê, bandora we ya derûnî, şîn û windayiyên koçberan, nasname, xerîbî, nexweşiyên derûnî yên koçberan hevpeyvîn kiriye.
Derûnnas Bêrêtan Guneş, Li ser “Zayend, Zayendî, Nasnemaya Zayenda Civakî, Meyldariya Zayendî; Ferdên Lgbtî+” nivîsandiye. Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz jî li ser “Xizmeta Civakî ya Psîkiyatrîk” nivîsiye. Derûnnas Merve Kurt, li ser “Resimandina Penaberên ji Sûriyeyê di Kovarên Karîkaturan de yan jî Ez Yekî Din e” nivîsandiye.
Kovar ev 4 sal bûn ku ji Ajans J&J´yê derdiket. Ji niha û pê ve wê ji Weşanxaneya Avestayê derkeve.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.