Hejmara diduyê ya GOG’ê derket

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Adar 2021 - 01:54

Hejmara diduyê ya GOG´ê derket. GOG kovereke ji bo zarokan e û pirraniya rûpelên wê ji xêzeromanan re veqetandiye.

Di vê hejmara diduyan a GOG´ê ya bi Kurmanckî û Kirmanckî de serpêhatiyên Lucky Luke (Red Kit), Yakarî, Thorgal û Mîlo dewam dikin. Serpêhatiya Şahmaran bi xwe bi dawî dibe. Ender Ozkahraman "Feqiyê Teyran", Dogan Guzel "Kûto" xêz dikin. Ev hejmara GOG´ê 48 rûpel in. Mîvana vê hejmarê jî Keça Alpan Heidi ye. Di kovarê de bi xêzan behsa jiyana Picasso tê kirin di beşa "Ev kî ye" de. 

GOG dixwaze ji bo zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde nabin, bibe platformeke xweser ji bo bipêşxistina zimanê dayikê. Kovar mehane ye û ji bo zarokên 7-14 salî tê amadekirin. Kovar dijîtal e û li ser malpera GOG'a www.gog-weneroman.com mirov dikare xwe bigihîniyê û bibe abone.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.