Kovara LEWerger, bi wergera helbestên zimanên biyanî daketiye bi hejmara xwe ya duyem careke din derket pêşberî helbesthezan. Kovara ku çar mehan carekê hejmarekê derdixe, kete sala xwe ya diduyan. Hejmara duyem ya meha Çile, Sibat, Adar û Nîsana 2023’an e.
Di vê hejmarê de çend helbestên biyanî yên ku bi Kurmancî wergera wan çêbûye hene: Jidesçûyî (Charles Baudelaire), Annabel Lee (Edgar Allan Poe), Kesîb (Mîxayîl Lêrmantov), Bajar (Kostantinos Kavafis), Ez her hildiperim (Maya Angelou), Xemo xemnak (Sohrab Sepherî) û Mirêk (Sylvia Plath).
Her wiha Riyad Salih Hisên bi Hamid Bedirxan re li ser helbestê peyivîne. Kovar hewl dide li ber helbestên wergerandî hevpeyvîn û derbarê helbestê de nivîsan jî biweşîne.
NAVENDA NÛÇEYAN