Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya 156'an a bihara 2021'ê pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di vê hejmara kovarê de nivîsên cûr bi cûr hene. Lêkolîner Rohat Alakom di vê hejmarê de gotara "Kurd: Neviyên Nûh" nivîsandiye. M.Zahir Ertekin li ser "Şahbanûya helbesta modern a kurdî: Diya Ciwan û zikama evîna wê" nivîseke li ser helbestvan Diya Ciwan nivîsiye.

M.Sadik Varli jî li ser "Serdihlata Bidlîsê çawa dest pê kiriye?" nivîsiye. Abdurrahman Benek jî berê xwe daye Kurdên Qazakistanê. Benek bi sernavê "Berbangan Kurdên Qazakistanê" ji gelek aliyan ve agahiyên li ser Kurdên Qazakistanê pêşkêş kirine. Ji nivîsên din nivîskarê kovarê Murat Celalî jî li ser "Zûgotinokên Kurdî û Taybetiyên Wan" nivîsiye.
Li aliyê din kovarê nivîs, helbest, çîrok, hevpeyvîn û lêkolînên van kesên li jêr jî di vê hejmarê de belav kirine: Rojen Barnas, Musa Anter, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melayê Cizîrî, Kenan Soylemez, Sidîq Gorîcan, Mele Mihemedê Kêrsî, Abdullah Oncekan, Hanifi Taşkin, Ziver Îlhan, Bamed Serdar, Salih Kevirbirî, Netice Altun Demir, Ahmed Arif, Emîn Xursî, Rahmettullah Karakaya, Evdî Hesqera, Sabahatin Ali, Zeynep Çelik, Kevok Mizgîn, Dîno Buzattî, Evdilxaliqê Îsa, M. Zana Karak, Elî Kemal Bapîr, Azad Rêbiwar, Rûbar Elî, Vehbî Vural, Rêzan Diljen, Mele Feysel, Ebru Yilmaz, Mela Tahirê Tetwanî, Dilazad A.R.T., Seyîd Demîrkira. 

STENBOL