Li Helebceyê niha dema çinîna hêjîran e. Bi taybet hêjîrên gundê Zelm ya ser bi Helebceyê, ji ber bi tahm in gelek bi nav û deng in.
Umer Mihemed li gundê Zelm ya li Helebceyê baxçevaniyê dike. Mihemed li kêleka darên xwe yên hêjîrê ku xwedî berhemek baş e, kêfxweş e. Hêjîr di werza havînan de çêdibe û gelek tê hezkirin, bi taybetî jî hêjîrên gundê Zelm gelek bi tahm û xweş in. Ji ber wê jî gelek daxwaz li ser hene û navdar in. Xelkê Silêmanî û derdora wê hertim berê xwe didin hêjîrên gundê Zelm.
Zêdetirî 25 salin Umer Mihemed li gundê Zelm bi hêjîran re mijûle, dibêje;“Ev 15 rojin hêjîr çêbûne, hêjîrên vî gundê ji yên din gelek cûdatir e. Gelek bi tahm e, ji ber hewayek hênik heye. Di bazarê de jî gelek daxwaz li ser hene, îsal berhemên hêjîr gelekî baş in.”
Dawiyê de Umer dibêje; “Em tenê daran av didin, tiştek din lê nakin. Axa herêma me pir bi bereket e û berhemek baş derdixe. Ev jî bûye sedem ku hêjîrên vê herêmê ji yên herêmên din cûdatir be.”
ROJNEWS/HELEBCE