Hêjayî milîtaniya fedayî şehîd bû
Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 00:15
HPG'ê ragihand ku gerîla Rodî Nalîn 3'ê Kanûnê li Kerboranê şehîd bû û soz da ku têkoşîna azadiyê ya ku di oxira wê de bêteredût şer kir, bi ser bixîne. Her wiha ji malbata gerîla Rodî Nalîn, xelkê Mêrdînê û gelê Kurdistanê re sersaxî hate xwestin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku Rodî Nalîn li navçeya Kerboran a Mêrdînê di şerê giran ê bi artêşa Tirk a dagirker re şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"3'ê Kanûna 2023'an li derdora bajarokê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê, du hevrêyên me li dijmin rast hatin. Hevrêyên me bersiv dan artêşa Tirk a dagirker û bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Di vî şerê giran de herdu hevrêyên me ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedayîtî şehîd bûn. Yek ji hevrêyên me yên şehîd hevrê Rodî Nalîn e. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê din dema diyar bû wê bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin. Hevrêyê me Rodî ji bo azadiya gelê me û Rêberê me, ji bo têkbirina êrîşên dijmin, ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên me, ji bo serxistina berpirsyariyên xwe bi her awayî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Rodî, xelkê Mêrdînê yê welatparêz û gelê Kurdistanê sax be. Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku Rodiyan bi ser bixînin.
Hevrêyê me Rodî Nalîn li gundê Marînê yê Nisêbînê, jidayîk bû. Xwişka hevrêyê me Rodî hevrê Nalîn (Nadîre Elma) sala 1992'an tevlî nava refên gerîla bû û sala 1999'an li Xerzanê şehîd bû. Ji ber ku li nava malbateke ku bi têkoşîna azadiyê re bû, vê yekê bandoreke mezin li hest û hişmendiya hevrêyê me Rodî kir. Di sala 2007'an de li hemberî jehrîkirina Rêber Apo, beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me dilsozê Rêber Apo, şehîdên me û gelê me bû, ji bo serketina doza me ya azadiyê her cure zehmetî girte ber çav û têkoşiya. Heta kêliya şehadeta xwe jî ji sekin û têkoşîna xwe tawîz neda û weke ewladekî leheng ê gundê Marînê, herêma Mêrdînê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz tevlî karwanê şehîdan bû."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Rodî Nalîn bi vî rengî ne:
Rodî Nalîn (Orhan Elma), li Mêrdînê jidayîk bûye, 3’ê Kanûna 2023’an li Mêrdînê şehîd bû.
BEHDÎNAN