Heger PDK ne şirîk e bila kujer eşkere bike!

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 10:48

  • Hevserokê KNK´ê: Ev hewldaneke êrişê ya hevpar a hikûmetên navendî yên Tirkiye, Surî, Îran û Iraqê li dijî destketiyên Kurdan e. Ev êriş hemû beşek ji pîlaneke li dijî destketiyên Kurdan in. Ev projeya tesfiyekirina wan kesan e ku li dijî êrişên dagirkeriyê helwêstê nîşan didin.

ERDOGAN ZAMUR

Piştî şehîdkirina nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Deniz Cevdet Bulbun li Hewlêrê, nerazîbûna ji êrişa li dijî Nûneriya Başûrê Kurdistanê ya KNK´ê zêde dibin. Heta niha ne rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe û ne jî Asayîşa Hewlêrê li ser êrişê daxuyaniyek nedaye. Ji ber wê jî bal çûne ser hikûmeta Hewlêrê û rayedarên PDK´ê. Hevserokê KNK´ê Ahmed Karamus ji rojnameya me re got, nûneriya KNK´ê ya Hewlêrê 24 saetan di ber çavdêriyê de ye, kamera wê dibînin, lê hîna ne rêveberiya Hewlêrê û ne jî parastinê li ser êrişa li dijî nûneriya KNK´ê ti daxuyanî nedaye. Ahmet Karamus got, ev rewş fikaran bi wan re çêdike û ew vê bêdengiyê weke erêkirina êrişê dibînin.

Cihê êriş li dijî hatiye kirin, nûneriya fermî ya KNK´ê ye, avahî duqatî ye, qatê jêr buro ye û qatê jor cihê lêmanê ye. Karamus piştî ku ev agahî parve kirin, got, “Buroya KNK´ê cihekî welê ye ku xwedî statuya fermî ye. Ev bûn qederê 10 salan ku em li heman cihî ne. Beriya wê bi rojekê KNK´ê li Ranyayê konferansek li dar xistibû. Hem hevseroka me (Zeyneb Murad) û hem jî berpirsên buroyên me yên Silêmanî û Hewlêrê jî çûbûn konferansê. Ew êvarê vegeriyabûn Hewlêrê. Dîtira rojê sibehê jî piştî hin hevdîtinan, saet di navbera 10 û 11´an de ew ji buroyê vediqetin. Hevalê me Deniz bi tenê li ofîsê dimîne. Saet qederê 13.35´an hinek li derî dixin; Deniz çawa derî vedike, êrişî wê dikin. Li gorî agahiyên me ji cîranan wergirtin, êrişkar piştî êrişê, 100 metreyan bi bezê direve û xwe li nava qerebalixê dixe. Jixwe cihê ku buro lê jî qerebalix e. Heta niha rayedaran ti daxuyanî nedaye û em nizanin ka kesek kirine nezaretê yan na.”

 

Êriş li dijî welatparêziya Kurd e

Ahmed Karamus bi bîr xist ku berê jî êrişên bi vî rengî hatine kirin û hem li dijî endamên KNK´ê û hem jî li dijî welatparêzên li Başûrê Kurdistanê, ji mêj ve konsepteke êrişê heye, û got, “Ev êriş, komkujî û reşkujî bêguman li dijî wan kesan e ku li dijî dagirkeriyê helwêstê nîşan didin. Gelek caran gef li buroya KNK´ê xwarin. Her kes bi reşkujiyên li dijî welatparêzên li Başûrê Kurdistanê dizane. Hevalê me Deniz kesekî karkir û hestiyar bû. Ev çalakbûna wî hem dijminên navxweyî û hem jî dewleta Tirk aciz dikir. Helwêsteke wî ya zelal li dijî êrişên dagirkeriyê hebû. Ji ber vê ew kirin hedef. Gef ne tenê li Deniz hatine xwarin. Dewleta Tirk bi rêya telefonê gef li gelek endamên KNK´ê xwarine û şantaj kirine. Kesên ku bi ya daxwazên wan nekirine, gefa kuştinê li wan xwarine.”

 

Asayîşê tedbîr negirtin

Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamus da zanîn ku ji ber gefên li dijî ofîsa KNK´ê ya li Hewlêrê, wan gelek caran miracaetî Asayîşa Hewlêrê kiriye, lê ti tedbîr nehatiye girtin:“Hevalên me gelek caran Asayîş agahdar kirin. Ji bo tedbîrên ewlekariyê miracaet kirin. Ne asayîşê tedbîr girt, û ne jî hişt ku hevalên me bi xwe tedbîrên xwe bigirin. Em pirr baş dizanin ku hem Asayîş û hem jî Parastin çavdêrî ofîsa me bûn. Ew ji sê milan ve bi kamerayan li ofîsa me dinihêrin. Ev kamera 24 satean dixebitin û çavdêriyê dikin ka kî diçe û kî tê. Hîç şik û gumana min jê nîne, ev êriş kite bi kite bi kamerayan hatiye qeydkirin.”

 

Serdana Hakan Fidanî

Karamus bal bire ser serdana Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Hakan Fidan a Iraqê û got, “Êrişên li Bradost, Silêmanî, Şengalê û ev êriş piştî hevdîtinên Hakan Fidan bi rêveberiyên li Hewlêr û Bexdayê pêk hatin; ev ne tesaduf e. Ev ne hevdîtinên ji rêzê ne. Ev encama konsepteke hevpar in. Wekî din hevdîtina Erdogan û Putîn jî destpêka konsepteke nû ya êrişê ye. Hemwext, gefên Îranê li dijî partiyên Rojhilat hene û mohleta ku Îran û Iraqê ji bo valakirina baregehên xwe daye hêzên Rojhilatî jî bi dawî bû. Yanî, ev êriş ji bo tesfiyekirina tevahiya hêzên birêxistinbûyî, pêngavek e.

Bûyerên beriya çendekê li Kerkûk, Dêrezor û Eyn Îsayê qewimîn, hemû bi hev re elaqedar in. Ev hewldaneke êrişê ya hevpar a hikûmetên navendî yên Tirkiye, Surî, Îran û Iraqê li dijî destketiyên Kurdan e. Ev êriş hemû beşek ji pîlaneke li dijî destketiyên Kurdan in. Ev projeya tesfiyekirina wan kesan e ku li dijî êrişên dagirkeriyê helwêstê nîşan didin.”

 

Çima êrişkar ev qasî curetkar in

Karamus îşaret bi tiştekî balkêş kir û got, “Li cihekî wekî Hewlêrê, nava rojê, çaxê ku her kes li derve ye; li mekanekî ku Parastin 24 saetan lê çavdêriyê dike, êrişkar çawa curet dikin, sedema wêrekiya wan çi ye ku dikarin vê êrişê bikin. Em pirr baş pê dizanin, heger hevkarên xwecihî nebin, êrişkar nikarin evqasî rehet tevbigerin.”
Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamus fikarên xwe û gumanên xwe venaşêre: “Ez eşkere bibêjim. Heta ku Parastin, Asayîş û Hikûmeta Başûr a Federe li dijî êrişan nebe xwedî helwêsteke hişk, û li gorî vê emelê xwe diyar neke, bi ya min ew hevparê û şirîkên sûc in. Min ji çapemeniya Başûr re jî got, min bang li serokwezîrê hikûmeta Başûr û li Asayîşê jî kir.  Mixabin heta niha ti daxuyanî nedane. Nabe ku li navenda Hewlêrê êrişeke li dijî saziyeke neteweyî bê qebûlkirin. Ev sazî yekîtiya Kurdistanê diparêze. Êriş li dijî buroya wê dibe, lê ti daxuyanî nayê dayîn. Ti rayedarê hikûmetê, serokwezîr daxuyanî nedane. Ev rewş jî dike ku em bihizirin ku hikûmeta Başûr û Parastin şirîkên êrişê ne. Gelê Kurd lazim e bibîne êdî ka kî welatparêz û kî hevalbendê dagirkeran e. Xeta welatparêziyê zelal bûye. Divê zexta li ser hikûmeta Başûr bê zêdekirin, û ewlehiya kesên gefa li wan tê xwarin bê misogerkirin.

Şehîd Deniz Bulbun sala 2022´yan li Koyê

Em baş pê dizanin, dewleta Tirk a dagirker wê reşkujiyên bi vî rengî dewam bike. Divê em helwêstê nîşanî hevkarên wan ên Kurd bidin. Yanî divê li dijî dagirkeriyê helwêsteke xurt û zelal hebe.”

Malbat dixwaze cenazê wergire

Piştî şehîdkirina Deniz Cevdet  Bulbun, dê, bav û apên wî pêr çûbûn Hewlêrê. Wan miracaetên lazim ên ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe kir. Çav li rê ye ku karûbarên fermî yên ji bo wergirtina cenazeyê îro bi dawî bibe. Parlamenterên partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol parti) Vezîr Parlak û Sumeyye Boz li Başûrê Kurdistanê ne û di vî warî de refaqetê malbatê dikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.