Hefteyek nohlet dan YNK û PDK´ê

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 01:48

Parlamenterê Dewleta Yasa, Mihemed Seyhud diyar kir ku Çarçoveya Hemahengî ji bo diyarkirina namzetê serokkomartiya Iraqê, hefteyek mohlet daye YNK û PDK’ê. Seyhud got, nabe ji vê zêdetir pêvajoya avakirina hikûmetê dirêj bike, ji bo qeyrana li Iraqê dawî bibe divê demek ji ya din zûtir hikûmet were ava kirin.

Qederê saleke hilbijartinên pêşwext yên Iraqê pêk hatine, lê heta niha jî ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikûmet hatiye avakirin. Aliyên siyasî ji bo van pêngavan negihîştine lihevkirinekê.

Parlamenterê Dewleta Yasa Mihemed Seyhud derbarê mijarê de ji Rojnews re got, nakokiya Kurdan ya li ser namzetê serokkomariyê, li ber çareseriyê astengiyeke mezin e, ji ber ku hilbijartina serokkomar ji bo pêkanîna hikûmetê şert e.

Mihemed di dewama axaftina xwe de got; “Em çend roj in li bendê ne ku PDK û YNK li ser namzetekî ji bo serokkomariya Iraqê li hev bikin, lê heta niha jî li hev nekirine. Çarçoveya Hemahengî hefteyek mohlet daye Kurdan. Hefteya bê jî dema wan xilas dibe, tê payîn wê demê parlamen bicive û li ser vê mijarê parlamen dengdanê bike.”

 

Kazimî çû Hewlêrê

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ji bo hin serdanan bike doh çû Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê, Serokwezîr Mustafa Kazimî li Hewlêrê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokê hikûmeta herêmî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasîma fermî pêşwazî kir."

Kazimî tevî lîderên siyasî yên ji Bexdayê beşdarî merasîma ji ber salvegera mirina Celal Talabanî jî dibe.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.