• Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) civata xwe ya giştî ya nîvê salê pêk anî.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) civata xwe ya giştî ya nîvê salê pêk anî. Di biryarnameya 39 xalî de yek ji xalên girîng ew e, KON-MED hedef danî 50 hezar endaman çêke. Wekî din di warê azadiya Rêber Apo, zimanê dayikê, spor û mijara jinê de biryarên aktîvîteyan hat dayîn.
KON-MEDʼê civata xwe ya giştî ya nîvê salê 05-06 Îlonê li Navenda Çanda Demokratîk a Dortmundê pêk anî û nûnerên saziyên bi ser KON-MEDʼê ve beşdar bûn.

Di civata giştî de hin xalên hatin destnîşankirin ev in:
Li Elmanyayê bi qasî mîlyonek û nîv xelkê me heye. Herçiqasî me xwe li beşekî nava gel bi rêxistin kiribe jî me nekariye xwe bigihînin pirraniya xelkê xwe û pirsgirêkên wan çareser nekiriye.
Bingehê civaka exlaqî û polîtîk Meclîsên Gel ên Demokratîk in, û divê di her qadê de bêne rêxistinkirin. Pirsgirêkên ciwan û jinan nehatine çareserkirin û di vî alî de qelsî û lawaziyeke ciddî heye. Sazî û dezgehên bi ser KON-MEDʼê ve di warê dagirkeriya Kurdistanê de karê dîplomasiyê baş nemeşandine.
Piştî rapora xebatê hat xwendin 14 meclîsan belgeya serketinê wergirt.
Di nava biryaran de hat diyarkirin ku wê sazî û dezgehên bi ser KON-MEDʼê ve wê bi awayekî çalak beşdarî kampanya “Dem hatiye” ya ji bo azadiya Rêber Apo.
Divê di çarçoveya pêdiviyên civaka Kurd de Kurd bêne handan da ku di nava partiyên siyasî, sendîka û meclîsan de cih bigirin.
Hînbûna zimanê Kurdî li 6 eyaletan hatiye qebûlkirin û ji bo li tevahiya Elmanyayê were qebûlkirin, divê xebat bêne kirin.
DORTMUND