Hedefa esasî ya Tirkiyeyê jin e
Şemî 22 Sibat 2025 - 03:10
Endama Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulistan Ebdik li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî jinan rawestiya û got: “Têkoşîna YPJ'ê li cîhanê belav bû. Ji ber vê yekê hedefa esasî ya Tirkiyeyê jin e.”
Meclisa Jinên Sûriyeyê di sala 2017'an de li Bajarê Minbicê, bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin ên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ava bû. Ji milê Şamê, Lazkiye û gelek bajarên din jin beşdar bûn. Meclisê ewil komxebat pêk anî û piştre ava bû. Ji wê demê heta niha bi tevlêbûna hemû jinan xebatên xwe berdewam dike. Jinên kurd, ereb, suryan û hemû bawerî û reng beşdarî vê meclisê bûne.
Li ser rêxistina jinan radiweste
Endama Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulistan Ebdik li ser kar û xebatên meclisê rawestiya û ev agahî parve kirin: “Meclis li ser xebatên jinan radiweste. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de xwe bi rêxistin bike û pêş bixe xebatê dike. Li ser vî esasî gelek panel, semîner û komxebatan çêdike. Kongreyan çêdike. Herî dawî li Şamê bi tevlêbûna 150 jinan me panel amade kir.”
Hemû pêkhate beşdar bûn
Gulistan Ebdik li ser naveroka panela Şamê rawestiya û wiha got: “150 jin beşdar bûn. Ev panel li ser Destûra Sûrî û rewşa Sûrî ya dawî niqaş hatin kirin. Em li ser rola jinê ya di vê hikûmeta nû de axivîn. Dîsa heta çi astê hikûmeta nû rolek çawa daye jinê ev hat niqaşkirin. Jinan pêşniyarên gelek girîng kirin. Em wekî meclis em ê li ser van pêşniyaran rawestin.”
Vîna jinê nabîne
Gulistan Ebdik li ser nêzîkatiya Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê jî rawestiya û wiha dewam kir: “Piştî hikûmeta nû ya Sûriyeyê ava bû helwesta wê ya li dijî jinê diyar bû. Ji bo mafê jinê di hikûmetê de tune be, rol neda jinê. Piştî jinan nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman û derketin kolanan, ofîseke lawaz ava kirin û jinek ku kî ye û çi dike nediyar e kirin berpirsiyarê wê ofîsê."
Jin dibin hedef
Gulistan Ebdik li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî jinan jî rawestiya û wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Hemû beşên Sûriyeyê nakin hedef. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êdî hemû cîhan dizane ku şoreş bi pêşengiya jinan pêş ket û Şoreşa Jinê ye. Têkoşîna YPJ'ê li cîhanê belav bû. Ji ber vê yekê hedefa esasî ya Tirkiyeyê jin e.”
Gulistan Ebdik destnîşan kir ku Tirkiye her êrîşa xwe zêde dikin ew jî bêtir xebatê zêdetir dikin û bêtir xwe perwerde dikin. Gulistan Ebdik da zanîn ew dixwazin jinên ciwan ên li dûxwe li ser rêya pêşeng ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê bêtir xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê her dem li pey şopa şehîdên xwe û doza wan bin.”
AW/MEHMET ALÎ ERTAŞ