• Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma êrişî Başûr û Rojava dike ji her derê xwe xwedî dike û got: Berxwedan jî divê li her derê be. Hedef li her derê ye. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî; şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û qala girîngiya mehê kir. 
Kalkan îşaret bi piştgiriya Emerîkayê bi dewleta Tirk re kir û di vê çarçoveyê de qala êrişên li ser Metîna, Zap, Avaşîn û Zagrosê kir û got: "Em têdikoşin, tehdeyê lê dikin, siyaseta zêhniyeta mêtinger faşîst tengav dikin, bi sînor dikin, tînin ber hilweşînê, yekser Ewropa, Emerîka, Rûsya destê xwe dirêj dikin û hewl didin rizgar bikin. Ev sîstem faşîzmê li ser piyan dihêle."

Dixwazin PKKʼê tine bikin

Dûran Kalkan destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê bi tunekirin û tasfiyekirina PKK'ê ya ku azadiya Kurdan dixwaze, hewl dide pêşî li qirkirina Kurdan veke û got: "Êrişî PKK'ê dikin, ji ber ku yê li ser xeta azadiyê û hebûna Kurdan dimeşe PKK ye. Yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan rast fêhm dike û bi her awayî berdêlan dide PKK ye. Lewma dixwazin PKK'ê tune bikin. Faşîzma AKP-MHP'ê hemû hêza xwe bi kar tîne. Bi her awayî hêza xwe seferber dike. Derfetên xwe yên teknîkî hemûyan bi kar tîne. Her tişt daye pêş çavên xwe. Ji bo tunekirinê dike. Dixwaze gerîla bieciqîne. Di şexsê gerîla de dixwaze xeta PKK'ê lawaz bike, bi vî rengî Kurdan qir bike.”

Parlementa Kurdistanê kengî biaxive?

Dûran Kalkan bal kişand ser piştgiriya global, herêmî ya ji dewleta Tirk re û got, "Yên ku bi rengekî eşkere piştgiriyê nadin, bi awayekî veşartî piştgiriyê didin. Bi bêdengiyê piştgiriyê didin hene. Ji Bexda û Hewlêrê deng dernakeve. Gelo Parlamenta Kurdistanê wê kengî biaxive? Eger di dema dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de bêdeng dimîne, wê kengî biaxive? Wê di kîjan rewşê de biryarê bide? Gelo ev parlament tenê ji bo biryaran li dijî PKK'ê bide ava bûye? Li dijî PKK'ê nîqaşan dike, li dijî PKK'ê biryaran dide. Ji sala 1992'an û vir ve li dijî PKK'ê gelo çend biryar hatiye dayin? Bila carekê jî li dijî dewleta Tirk biryarê bide ku em jî bibînin. Hinek hene bi vî rengî piştgiriyê didin. Lewma divê ev yek sivik neyê dîtin, rewşeke cidî ye.

Li her derê li faşîzmê bidin

Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li her derê be. Gotina; ez piştgiriyê didim berxwedana gerîla têrê nake. Divê her kes li cihê lê ye berxwedana li dijî faşîzmê geş bike. Êrişa faşîst li her cihî ye û faşîzm xwe ji her cihî xwedî dike. Yên ku êrişî Mamreşo û Zendûra dikin ji tûrîzma li Mersîn û Antalyayê pereyan qezenç dikin, ji filan karî pere qezenç dikin, wan pereyan dikin çek, pê êrişî gerîla dikin, zilmê li gelan û mirovan dikin. Yanî hedef li her derê ye, faşîzm li her derê ye, berxwedan jî divê li her derê be. Eger wê piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li Mamreşo bila peydakirina derfetên madî yên çek û cebilxaneya li wir kom dikin asteng bikin. Mînak bila nehêlin ku li Antalya, Mersîn û Îzmîrê pere bê qezençkirin. Tenê bi vî rengî dibe.

Di serî de jin, ciwan bang li karker, kedkar, gelên me dikim ku li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li her derê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, ji bo hilweşandina vê siyaset û zîhniyeta mêtinger qirker a faşîst têkoşînê mezin bikin. Wezîfe û ya pêwîst ev e. Roj ew roj e ku ji bo hilweşandina faşîzmê bi her awayî derfet bên bikaranîn û li her derê têkoşîn bê meşandin. Serketin bi vî rengî dibe. Bi taybetî divê ciwan nesekinin. Tevlîbûna li nava gerîla li nava têkoşînê nayê wateya hatina Mamreşo. Şer û faşîzm ne tenê li Mamreşo tê kirin, li her derê tê kirin. Li Stenbol, Îzmîr, Antalya, Çûkûrova, Derya Reş, Bakurê Kurdistanê, li Efrînê, li Başîkayê ye. Li her derê heye. Divê her kes vê bibîne û ya rast bike."

NAVENDA NÛÇEYAN