• Di meşa dirêj a înternasyonalîstan de ku îsal şeş e tê organîzekirin, Chreyslan Barbosa ev cara pêşî ye ku beşdar dibe.

ERKAN GULBAHÇE / MANNHEIM


Di meşa dirêj a înternasyonalîstan de ku îsal şeş e tê organîzekirin, Chreyslan Barbosa ev cara pêşî ye ku beşdar dibe. Ew dibêje, “Min gelekî xwest tevlî vê meşê bibim. Hedana min nayê, ez dixwazim, tiştên ku ez elaqedarî Kurdan hîn dibim, gava vegeriyam Bolîvyayê ji xelkê re bibêjim.” 

Îsal tevî astengkirina bi destê polêsan û şiliyê jî, meşa dirêj a li dijî komploya navnetweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya bêhtirî 150 înternasyonalîstên ji bêhtirî 21 welatan, dewam dike. Înternasyonalîstan di 3 rojan de 79 kîlometro li pey xwe hiştin û îro jî wê ji bajarê Elmanyayê Mannheimê ber bi Ludwigshafen-Bad-Dürkheimê ve bimeşin.

Înternasyonalîst li her devera ku navberê didin meşa xwe, weke ku bûbe rîtuela wan, govendê digerînin. Ew herî zêde jî hez ji bablekanê dikin. 

Yek ji beşdarên meşê îsal Chreyslan Barbosa ya ji Bolîvyayê ye. Ew bi eslê xwe ji Brezîlyayê ye, lê belê beriya çend saln li Bolîvyayê bi cih bûye. Hê li Brezîlyayê Kurd nas kirine. Wê kitêbên Ocalan xwendine û van kitêban gelek tesîr li wê kiriye. 

Projeya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan nexasim tesîr li wê kiriye. Ew dibêje, ev proje di nava xelkê xwecihî de jî hatiye ecibandin li Bolîvyayê. Ji vî miletê xwecih re Andes [miletê çiyayên Andê] jî tê gotin. Ew dibêje, ew niha amadekariyên kongreyekê dikin ji bo girêdana di navbera miletê Kurd û Andes xurt qewîn bikin. Mijara kongreyê jî Konfederalîzma Demokratîk e. Ew dibêje, nexasim jî tevgerên jinan, Tevgera Jinan a Kurd weke nimûne dibîne. 

Di dawiyê de ew dibêje, “Min gelekî xwest tevlî vê meşê bibim. Min gelekî xwest tevlî vê meşê bibim. Hedana min nayê, ez dixwazim, tiştên ku ez elaqedarî Kurdan hîn dibim, gava vegeriyam Bolîvyayê ji xelkê re bibêjim.”