Hebûna jinê ya li Tişrînê berxwedan e

Sêşem 25 Sibat 2025 - 03:20

Jinên li Reqayê diyar kir ku têkoşîna jinan a ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina bendava Tişrînê ya ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker didome û gotin:” Hebûna jinê ya li Tişrînê berxwedan e .”

Zêdetirî 45 roj in gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê û ji bo piştgiriya berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li bendava Tişrînê nobedariyê dikin. Di vê berxwedanê de beşdariya jinan bûye stûneke sereke ya parastinê.

Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê Cîhan Mihemed der barê mijarê de axivî û bal kişand ser girîngiya rola jinan di vê berxwedanê de. Cîhan Mihemed got: "Em li ser vê rêya têkoşînê dimeşin, tevî bombebaranê jî tirsa me ji tiştekî nîn e."

Ti kes nikare me tune bike 

Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Şêx Hesen jî der barê de mijarê got: "Armanca beşdarbûna me di çalakiya parastina bendavê de ew e ku em peyama aştiyê bigihînin hemû cîhanê ku em ji bo parastina xaka xwe li vir in û ti kes nikare me tune bike."

Hadiya Şêx Hesen soz da hemû şehîdan ku ew ê li ser şopa wan bimeşin heta pêkanîna jiyaneke bi rûmet û siberojeke azad û demokratîk ji bo hemû pêkhateyan.

Hebûna jinê ya li Tişrînê berxwedan e 

Cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim got ku berxwedana bendava Tişrînê ev nêzî 2 meh in berdewam e û got:”Hebûna jinan a li bendavê ya li hemberî êrişan, vîna wan a neteweyî û têkoşînê nîşan dide."

 ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.