Sekreteriya Meclîsa Rêveberiya Yekîtîy Nîştimanî Kurdistan (YNK) bersiva Baregeha Barzanî da û got: “Ma Kurdekî ku bi xiyaneta Şengalê û referandûmê êş nekişandiye heye. Ango kesekî ku ev kar kiriye, deyndanê Êzîdiyan û gelê Kurd hemûyî ye, divê doza lêborînê bike.”
Sekreteriyê got, “Cenabê Hevserok [ê YNK´ê] Lahur, her dem, heger zanibe mijarek wê aştiya civakî û aramiya siyasî dirust bike, ti deman dudilî nebûye.
Pêwîst nake, nakokiyên malbatî têkelî berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê werin kirin, yan berjewendiyên xelkê Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên navxweyî yên vê partiyê.
Gelo ya ku di encama referandûmê de Kerkûk, bi ser Şengal, Xaneqîn û Xurmatû de hat, li hemberî heval Hevserok Lahur bû yan, li hemberî gelê Kurdistanê hemûyî bû? Ma Kurdek ku bi xiyaneta Şengalê û referandûmê êş nekişandî heye? Yanî kesek ku ev kar kiribe, deyndarê lêborînekê ye beramberî Êzîdiyan û tevahiya gelê Kurd. Eger ev çêbû, wê demê bi heval Hevserok Lahur re rûnin û civîn jî asayî ye.”
Di rojên borî de neviyê Şêx Mehmûd, Mehmûd Hefîd Zade hewl daye di navbera Hevserokê YNK’ê Lahur Şêx Cengî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî de, civînekê çêke. Piştî vê hewldanê berpirsên YNK û PDK’ê bi daxuyaniyan bersiva hev didin.
Pêr berpirsa dosyaya parlamen û hikûmetê ya Baregeha Barzanî, Amîna Zikrî bi daxuyaniyeke nivîskî gotibû; “Heger hevserokê YNK’ê Lahur Şêx Cengî bixwaze bi serok Barzanî re bicive, divê destpêkê ji ber xiyaneta 16’ê Cotmeha 2017’an lêborînê bixwaze.”
SILÊMANÎ