• Huda Kaya: Civaka Êzîdî ji bo jiyana xwe ji nû ve ava bike, di nav hewldanên gelek baş de ye. Ev cihê ku em li ber in, meclîsa gel bû. Li Şengalê nexweşxane, meclîsa gel, qadên jiyanê yên jin û zarokan tên bombebarankirin.

Şandeya HDP’ê pêr çûbû Şengalê û dest bi hevdîtinên xwe kiribû. Heyetê doh li ber Meclîsa Gel a Xanesorê ya ku dewleta Tirk bi balefirên şer bombe kiribû, daxuyanî da. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew li gel berxwedan û têkoşîna gelê Şengalê ne û wan da zanîn ku ew ê encamên serdana xwe bikin rapor û li Meclîsa Tirkiyeyê bigihînin raya giştî ya cîhanê hemûyî.

Li Şengalê herî dawî, 1’ê Sibatê dewleta Tirk êrişeke berfereh û giran pêk anîbû. Piştî van êrişan ji bo piştgiriya bi civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê hemûyan û her wiha ji bo amadekirina raporeke li ser van êrişan, şandeyeke ji 4 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana Şengalê û ji pêr ve li Şengalê gelek hevdîtin kirin.

Şandeya HDP’ê îro jî danê sibehê li nehiya Sinûnê çû serdana PADÊ. Hevserokên PADÊ Omer Salih û Zehra Silêman, endamên PADÊ û her wiha serokeşîrên Şengalê pêşwazî li şandeya HDP’ê kirin.

Piştî serdana PADÊ şandeyê berê xwe da Meclîsa Gel a Xanesorê. 11’ê Kanûna 2021’ê balefirên şer ên dewleta Tirk avahiya meclîsê bombe kiribû. Şandeya HDP’ê li ber avahiya Meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li vê derê her 4 parlamenterên HDP’ê jî peyamên xwe gihandin civaka Êzîdî û raya giştî.

Em destekê didin Êzîdiyan

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bal bire ser armanca serdana şandeya HDP’ê ya Şengalê û got, ew ji bo parvekirina êş û azara civaka Êzîdî li Şengalê ne. Ozguneş êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê şermezar kirin û got, “Wekî gel û hêzên demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyeyê, em destekê didin gelê xwe yê Êzîdî. Li hemberî komkujî û wehşetan em ê bi we re bin. Êriş ji kîjan alî were jî em ê li hemberî wê bisekinin. Em heta dawiyê, bi heqîqeta gelê Êzîdî re ne.”

Polîtîkayên AKP´ê şûc in

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî di destpêka peyama xwe de got, ew wekî sosyalîstekî Tirk hatiye Şengalê da ku rastiyê bi çavê xwe bibîne. Murat Çepnî got, ew li ser navê gelên Tirkiyeyê li Şengalê ne û wiha dewam kir: “Em li ser navê gelên azadîxwaz, aşitîxwaz li Şengalê ne. Gelê Şengalê dixwaze bi bîr û baweriya xwe li ser piyan bisekine. Em bi rastiya civaka demokratîk re rû bi rû ne li Şengalê. Em ê çavderiyên xwe yên li Şengalê, li Enqerê bi gelan re parve bikin. Lê em dikarin bêjin, polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li Şengalê sûc in.”

Êzîdî jiyanake nû ava dikin

Yek ji endamên şandeyê jî, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya bû. Wê jî li ber avahiya meclîsa gel peyama xwe da. Huda Kaya destpêkê bal bire ser dîrok û qedîmiya civaka Êzîdî û berxwedana civaka Êzîdî ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê. Wê got, ew jî wekî jineke Tirk û Misilman ji bo piştgiriya bi gelê Şengalê re hatiye û peyivî: “Civaka Êzîdî ji bo jiyana xwe ji nû ve ava bike, di nav hewldanên gelek baş de ye. Ev cihê ku em li ber in, wekî ku hûn jî dibînin, meclîsa gel bû. Li Şengalê nexweşxane, meclîsa gel, qadên jiyanê yên jin û zarokan tên bombebarankirin. Ji bo jiyaneke azad û bi aşitî, çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Êzîdiyek jî bimîne ew ê Êzîdxanê biparêze

Herî dawî jî Parlamentera HDP’ê ya Êlihê, Feleknas Uca axivî. Uca bal bire ser çand, dîrok û berxwedaniya Şengalê û got, “Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya û behsa vê berxwedanê bikira. Em dizanin ev êrişên li dijî Êzîdxanê ne ji rêzê ne. Dixwazin Êzîdiyan ji kokê ve tine bikin. Lê bila herkes baş zanibe, çawa ku civaka Êzîdî di 74 fermanan de ji canê xwe geriya lê ji sirra xwe negeriya, Êzîdiyek jî bimîne ew ê Êzîdxanê biparêze.”

Uca di dawiya peyama xwe de da zanîn ku ew ê di vegerê de rapora xwe ya li ser Şengalê li Meclîsa Tirkiyeyê bi raya giştî re parve bikin.

Dengê me bigihînin cîhanê

Piştî peyamên şandeya HDP’ê, Hevseroka PADÊ, Zehra Silêman jî bixêrhatina şandeyê kir. Silêman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û got, “Îro karibin dîtinên xwe bi raporeke bibin Parlamena Tirkiyê. Em dixwazin çand û neteweya xwe biparêzin. Em daxwaz dikin şandeya HDP’ê li Parlamena Tirkiyê vê heqîqetê bigihîne cîhanê hemûyî.”

Bernameya şandeya HDP’ê bi vê daxuyaniyê bi encam bû û şande ji Şengalê vegeriya.

ROJNEWS/ŞENGAL