Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Ewrûpayê de bi gelek nûnerên partî, konfederasyon û rêxistinan re li bajarê Elmanyayê Krefeldê civiya.
HDP’ê dawiya hefteyê ji bo xebatên hilbijartinê yên li Ewrûpayê, bi gelek nûnerên partî, konfederasyon û rêxistinan li Navenda Çanda Elewiyan a li Krefeldê kom bû.
Nûnertiya HDP’ê ya Ewrûpayê, AABK, KCDK-E, TJK-E, AvEG-KON, ATİK, SYKP, ESU, Însiyatîfa Pontus a Ewrûpayê, ADHK, Xeta Sor, Koordînasyona Êzdiyên Ewrûpayê, Partiya Çep a Kesk, Akademisyênên Aştiyê, Meclîsa Sirgûnên li Ewrûpayê, PÎK, CÎK, FEDA, Sîyasetvanên li sirgûnê, TÎP, Partiya Şoreşger, SKB, NOR-Zartok, PKAN, MAR-DEF, Însiyatîfa Gelê Kurekcikê ya li Ewrûpayê, Kongreya avakirina Dêrsimê, SODAP, Cemaeta Kurdên li Berlin-Brandenburg û nûnerên KKP’ê tevlî civînê bûn.
Parlementerê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî di civinê de axivî, bal bire ser giringiya dengên hilbijêrên li derveyî welat.
Tiryakî got, “Li gorî tomarên fermî li Ewropayê qederê 3 mîlyon û 50 hezar hilbijêr hene. Li Elmanyayê mîlyonekî 400 hezar hilbijêr, li Fransayê 318 hezar, li Hollandayê 25 hezar, li Belçîkayê 133 hezar, li Awûstûryayê 108 hezar, li Ingilistanê 87 hezar, li Swêdê 37 hezar û li Danîmarkayê jî 33 hezar hilbijêr hene.”
Zêdetir ji 500 hezar dengên HDP'ê hene
Tiryakî got, AKP li ber têkçûnê ye û wiha peyivî: “Ev hilbijartin pirr giring e. Li gorî xebatên HDP’ê li derveyî welat dengên HDP’ê dibe ku zêdeyî 500 hezarî bin.
Serokê Giştî yê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku dive ji Tîfaqa Ked û Azadiyê ya ku bi deklerasyonekê prensîpên xwe ragihandin, ne tenê bi potansiyela dengdanê nêzîk bibin û di aliyê manewî de binirxînin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksungur jî got, “Em ê bi tecrûbeya ji hilbijartinên beriya niha, bi têkoşînê tevlîbûna girseyî esas bigrin.”
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî got, “HDP’ê di serî de deng û partiya Kurd, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî, Laz, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Pontûsî, Hemşînî, Elewî, Êzîdî, Xirîstiyan, Cihû, Misilman û Jin, Ciwan, Kedkar, Sosyalîst, Akedemîsyen û her kesî ye yê ku dengê wî/wê ne hatiye bihîstin. Em ê bi hevre bixebitin û bi hevre serbikevin.”
Herî dawî Koordînasyona Xebatên Hilbijartinê yên Ewrûpayê ya ji nûnerên partî, konfederasyon, federasyon û rêxîstînên di civînê de, hat avakirin.
Tê payîn ku koordînasyon nêxşeya rê amade bike û bi raya giştî re parve bike.
ANF/KREFELD