• Nivîskarê me Haydar Işik di 84 saliya xwe de li Munchenê çû heq. Işik ji şahid û mexdûrên qirkirina Dêrsimê bû û li Elmanyayê di têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya Elmanyayê timî têdikoşiya.

Nivîskarê me Haydar Işik li bajarê Elmanyayê Munchenê ji ber nexweşiya pençeşêrê çû heq.

Haydar Işik ev 6 sal in ji ber pençeşêrê derman dibû. Di 84 saliya xwe de li mala xwe ya li Munchenê 17'ê Kanûnê koça xwe ya dawî kir. 

Işik 1'ê Îlona 1937'an li Dersim Nazimiyê li maleke yek odeyî ji dayik bûbû.

Haydar Işık dema 70 salî bû, polêsên Elman bi ser mala wî de girtibû û destê wî kelepçekirî derxistibûn dadgehê. Işik ê ku jê re gotin, 'terorîst', ji Serokê Dadgehê re gotibû, ''Dewleta we ya ku destekê dide Tirkiyê, û Kurdên berxwedêr terorîze dike. Qedexeya li ser PKK'ê didomîne. Bi vî rengî dibêje Tirkiyê, 'hûn çi bixwazin, hûn dikarin bikin. Zext û qedexeyên li Tirkiyê yên li ser Kurdan îro li vir tên domandin. Heke ez ciwan bûma, ez ê ne li pêşberî we, li çiyayên Kurdistanê bûma.''

Ruhê min li cem gelê min e

Haydar Işik li gel nexweşiya giran jî xweşbîn bû. Nivîskarê me Ferda Çetîn di 30'ê Kanûna 2020'an de di gotara xwe de behsa van gotinên Işik kiribû: ''Ne hewce ye em reşbîn bin. Li cîhanê gelek tîran hatin û çûn. Qira Kuran anîn, koçber kirin. Lê Kurdan dîsa xwe afirand. Gelê me wê vê tarîtiyê ji ser xwe biavêje. Ez dixwazim diyar bikim ruhê min li cem gelê min e, di êş, kêfxweşî, serketin, têkoşîna wan a Rojava de, li Efrînê, Kobanê, Qadên Parastinê yên Medyayê ye.''

Serê miletê Kurd sax be

Federasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya FCK BW-Bayern ji bo Işik peyama sersaxiyê da. Di peyamê de hate gotin, ''Li Kurdistanê bi avakirina civakeke wekhev, bi aştî, demokratîk, em ê welatê azad ku Mamoste Haydar xeyala wê dikir, ava bikin û bikin ku ruhê wî û gelek rewşenbîr û mirovên me yên fedakar şad bibe.''

Mîrateyek ji gelê Kurd re hişt

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di peyama xwe ya sersaxiyê de got, “Rewşenbîrê neteweyî yê Kurd Haydar Işik bi Kirmanckî, Tirkî û Elmanî gelek roman û çîrok nivîsandin. Ev xebatên wî ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê bûn mîrate.

Haydar Işik di darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de êşeke mezin kişand, mal û milkên wî hatin desteserkirin û neçar ma sirgun bibe. Işik sala 1984’an koçî Elmanyayê kir û dewleta Tirk a faşîst ew ji hemwelatîbûnê derxistibû. Işik di temenê xwe de bi helwêsta xwe ya xurt ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Ji bo gelê Kurd kedeke mezin da. Wî him ji bo Rojava, him ji bo Şengal û him jî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin da. Ew rewşenbîrekî neteweyî ye.”

Mamosteyê hêja

FEDA’yê jî ji bo Haydar Işik got “Ew mamosteyê hêja yê Kurdan û Elewiyên Kurd bû. Li hemberî qirkirina Dêrsimê wî têkoşîna siyasî û dîplomatîk bi rêxistin kir û pêşengiya gelek xebatên hêja yên neteweyî kir. Ew serokê rûmetê yê Kongreya Avakirina Dêrsimê û yê Komeleya Li Dijî Qirkirina Dêrsimê bû. Işik ji bo baweriya Rêya Heq û nirxên çandî û civakî gelek pirtûk nivîsandin. Malbata wî di serî de em sersaxiyê ji hemû hezkirinê wî re dixwazin.”

Heyva-Sor jî di peyama xwe ya sersaxiyê de got, “Wî di jiyana xwe de ti carî dev ji têkoşîna azadiyê û xeta wê berneda. Sala 1993’an dema ku saziya me ava bû ew bûbû yek ji endamên pêşîn. Em sersaxiyê ji malbata wî, ji hezkiriyên wî û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Qirkirinê dest pê dikir ez diya xwe re bûm

Di hevpeyvîna xwe ya bi nivîskarê me Ahmet Kahraman re ya ku di rojnameya me de 19´ê Tebaxa 2016´an hat weşandin, Haydar Işik digot,  “Ez ji Dêrsimê me. Ez Kurd im. Gava qirkirinê dest pê dikir, ez hatime dinyayê. Malbata min li qûntara Çiyayê Duzgin, xwe diavêje bextê daristanê. Du salên destpêkê yên jiyanan min li nava daristanê, me xwe veşart. Ez bi mezinbûm, gava ku min guh dida wan êşên mirov nikaribe xwe li ber wan bigire yên zilmê. Ez hem şahidê qirkirina Dêrsimê me û hem jî mexdûrê wê yên dilbixwîn im.”

Wî wekî din digot, “Zivistanan, gava jinên gund li malekê kom dibûn, dayika min radihişt min jî û dibir wir. Gava dest pê dikirin û digirîn, ez ecêbmayî dimam. Piştre ez serwext bûm ku wan kesên hatine qirkirin, bi bîr dianîn. Bila ti kes kîn û nifrîna min li min negire. Dayika her kesî ji bo wî bi qedr û nirx e. Min qedirgirana xwe gava digirî, dît. Gava ku ji bo gelê xwe û hezkiriyên xwe yên qirkirî şîn digirt.”

NAVENDA NÛÇEYAN