• Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Ebdullah diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk dagirkirina tevayî xaka Başûr e, û ne ji ber PKK’ê ye. Her wiha ragihand ku ew wek YNKʼê li dijî şerê Kurd û Kurd in, û ji bo aramkirina rewşê jî amade ne ku navbêncîtiyê bikin. Arêz Ebdullah dibêje, haya YNK’ê û Wezareta Pêşmerge ji tevgera hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla ve nîne.

Dewleta Tirk a dagirker gelek baregehên eskerî û îstîxbarî li Başûrê Kurdistanê vekirine. Tevî qadên ekonomîk û perwerdeyê, roj bi roj di her qadê de xwe ber dide nava Başûr û dagirkeriya xwe berfireh dike. Li dijî vê dagirkeriyê hêza bi tenê li ber xwe dide Hêzên Parastina Gel (HPG) ye. Beşekî PDKʼê jî li cem dewleta Tirk cih digire û di vê dagirkeriyê de rê li ber vedike, dagirkeriyê rewa dike. Beşê din ê di nava PDKʼê de nerazî ye, lê bêdeng e. Partiyên din ên Başûrê Kurdistanê yên di nava parlementa herêmê de cih digirin, nexasim jî YNK û Gorran, nerazîbûna xwe bi daxuyaniyan diyar dikin, lê di warê pratîkî de gaveke ber bi çav heta niha neavêtine. KNKʼê jî di hevdîtinên xwe yên li herêmê de dabû zanîn ku her kes ji dagirkeriyê nerazî ye, alîgirê yekîtî û tifaqê ne, lê ji van temeniyan wêdetir kes tiştekî nake.

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Ebdullah, têkildarî armanca dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr, her wiha liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla axivî û got; “Dewleta Tirk bi rêya Erdogan, wezîrê navxwe û wezîrê derve yê Tirk eşkere dibêjin ku piştî peymana Lozanê bi dawî hat, ew ê desthilat û xaka dewleta xwe berfireh bikin. Armanca dewleta Tirk wilayeta Musilê ye ku Başûrê Kurdistanê jî digre nava xwe.”

Dewleta Tirk venakişe

Arêz Ebdullah da zanîn ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe pêkbîne, hebûna PKK’ê li nava xaka Başûr wek bahane nîşan dide û got; “Ma ne PKK li çiyayê Başîka nîne, Tirkiye çima li wê derê baregeha xwe ya leşkerî daniye? Ew dixwaze her kes bifikire ku ew ji bo PKKʼê hatiye Başûrê Kurdistanê, ev xelet e. Ji ber ku dewleta Tirk berê xwe bide ku derê ew der dagir dike.

Gotinên min bila ji bo siberoj û dîrokê bimînin, ez dibêjim wê Tirkiye Kurdistanê dagir bike. Ger PKK ji sinoran vekişe jî wê êdî Tirkiye venegere û bi niyeta dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye. Xwezî PDK’ê jî vê fikra xwe guhertiba û nefikiriya ku dewleta Tirk ji bo PKKʼê hatiye.”

YNK dixwaze bibe navbêncî

Endamê Serkirdayatiya YNK’ê Arêz Ebdullah diyar kir ku ew li dijî şerê Kurd û Kurd in, û anî ziman ku ew weke YNK’ê ji bo navbeyncîtiyê di navbera PKK’ê û PDK’ê de amade ne. Her wiha Ebdullah daxwaz ji hikûmeta Tirk kir ku siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike û li gel Gelê Kurd bi diyologê pirsgirêkê çareser bike. Arêz Ebdullah daxwaz ji PKK’ê jî dike ku rewşa taybet a Başûrê Kurdistanê li ber çavan bigre. Têkildarî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ku çekdarên xwe ber bi qadên gerîla ve dişîne Arêz Ebdullah got; “Li gorî yasayên heyî yên Herêma Kurdistanê, pêşmerge dikare here hemû cihekî, ji Zaxo bigre ta Qendîl, Xakurkê û Sîdekan. Lê ne YNK ne jî Wezareta Pêşmerge haya wê ji vê tevgera hêzên ku ji bo van cihan tê şandin, nîne. Di vê demê de şandina hêzê ji bo van deveran wisan tê şîrovekirin ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa Tirk çûne van cihan. Lê ger ev hêz ji beriya êrişên Tirkiyeyê, yan jî piştî bi dawîhatina şer çûbana deverê wê bi awayek din bi hatana nirxandin.”

Arêz Ebdullah bang li PDK’ê û PKK’ê kir; “Pêwîst e ku di navbera PKK’ê û PDK’ê de ji hev famkirinek çêbibe. Bila PKK rewşa Başûrê Kurdistanê li berçav bigre û PDK jî PKK’ê wek bahaneya dagirkeriya Tirk nîşan nede. Bila bi giftugoyê nakokiyên heyî çareser bikin. Ji ber ku pîlanekî metirsîdar ê dewleta Tirk heye, dixwaze xwe bigihîne Qendîl û tevayî cihên din ên Kurdistanê.”

DYEʼê doza şer li YNKʼê kir

Dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn, nexasim jî li ser erda Kurdistanê bi çavsorî tevdigere û gelek zêdegaviyan dike. Piranî jî vê bi erêkirina Emerîkayê dike. Emerîkayê heta niha dengê xwe li hemberî terora dewleta Tirk a li Başûr nekiriye. Berevajî dixwaze hêzên Kurd berra hev bide.
Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî got, "Em ê tevlî şerê birakujiyê nebin. Krîz divê bi diyalogê bê çareserkirin." 
Hevserokê YNK'ê piştî hevdîtina roja Sêşemê ya bi Sefîrê Bilind ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Matthew Tueller û Sefîrê Bilind ê Herêma Kurdistanê ya Federe Rob Waller, ev daxuyanî da.

Cengî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Di hevdîtinê de me careke din destnîşan kir ku em ê tevlî şerê birakujiyê nebin. Krîz divê bi diyalogê bê çareserkirin."

Heyeta DYE'yê beriya serdana YNK'ê bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî re rûniştibû.

NAVENDA NÛÇEYAN