Hawar bersiva li dijî dijmin e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Îlon 2021 - 01:28

ROJ DENÎZ / ANF/ŞEHBA

Endamê Rêveberiya Festîvala Hawarê, Henan Sîdo got, Festîvala Hawarê ya Sêyemîn ji dijmin re dibe bersiv: “Bi rêya çandê em gelê xwe ji helandinê diparêzin.” 

Henan Sîdo hevserokê Desteya Çandê ye jî.

Henan Sîdo li ser Festîvala Hawarê got, “Ev festîval du salan carekê li dar diket. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir û dagir kir, piştî 5 salan, em festîvalê li Şehbayê li dar dixin. Ev festîval di bin sîwana Desteya Çandê de tê lidarxistin.”

Henan li ser armanca lidarxistina festîvalê got, wan di şertên zehmet de ev festîval amade kiriye: “Ev festîval wê ji dijmin re bibe bersiv. Bi festîvalê re em dixwazin gelê xwe bi rêya hunerê birêxistin bikin û em dixwazin gelê xwe ji helandina çandî biparêzin.”

Henan Sîdo li ser bernameya destîvalê jî got, “Taybetmendiya vê festîvalê ya ji festîvalê berê ew e ku endamên tevgera çand û huner, di nav de cih nagirin. Em dixwazin îsal kesên xwedî huner û li malê ne, tevlî festîvalê bikin û derfetekê ji wan re çêkin. Îsal 3 kom tevlî festîvalê dibin, di her komê de 7 kes hene. 2 kom li Şehbayê û komek jî li Helebê ye. Mihrîcanê îro (doh, 6’ê Îlonê) li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê dike. Mihrîcan li ser 3 qonaxan e, ya yekem heta 9’ê Îlonê dewam dike ku ji 21 beşdaran tenê 14 beşdar dê werin hilbijartin. Qonaxa duyem jî di 14 û 15’ê Îlonê de ye û 7 kes dê werin hilbijartin û di 20’ê Îlonê de jî wê qonaxa dawîn dest pê dike. Piştre kesên di festîvalê de bi ser ketine, klîp dê ji wan re were çêkirin.”

Henan Sîdo di dawiya axaftina xwe de got, ew dixwazin dijmin negihîje armanca xwe: “Em ê rojekê bi reng û çanda xwe vegerin Efrînê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.