Havîn û Sarincên xwezayî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 22 Hezîran 2024 - 00:07

MIHEMED EL ŞÊX / ANHA / MINBIC

Cereyên avê yek ji amûrên ku mirovan bi civakîbûnê re çêkirine û pêdiviyên xwe bi cih anîn e. Havînan li ser rêyan dihatin danîn û rêwiyan feyde ji wan digirtin, li malan û gundan jî dihatin bikaranîn. Bi pêşketina teknolojiyê re êdî sarincên bi ceyranê kar dikin cihê van cereyan girtiye, lê gelek welatî hîn bikar tînin. Li bajarê Minbicê jina bi navê Qetna Kamyan a 50 salî, cereyên avê çêdike û difiroşe. Qetna ji  gundê El-Ewscelî dijî. Ev kar ji dapîra xwe û cîranên xwe yên ji Ezazê fêr bûye û wekî hostaya cereyên avê û hunerên destan tê naskirin.  

Qetna Kamyan cereyên avê ji axa sor û muyê bizinan çêdike. Her wiha eger cereyên berê yên xirab bûyî hebin, wana jî careke din dike herî û bikar tîne. Hevîrê cereyan, ango heriya wan di 12 rojan de amade dibe. Piştre jî dest bi çêkirina cereyan dike. Cereyên hatine çêkirin, ji bo ku saxlem û paqij bibin, di nava agir de tên gerimkirin. Herî dawiyê jî bi qaşilên (qalikên) hinaran tên şuştin da ku bêhna axê jê derkeve. Bi vî rengî cere ji bo bikaranînê amade dibe. Mezinahî yan jî biçûkbûna cereyên ku Qetna çêdike, li gorî daxwaza kesên dikirin e. Qetna cereyên ku heta 100 lître av digire jî çêkirine.

Qetna Kamyan cereyan tenê nafiroşe, bi armanca ku di germa havînê de xelk jê feyde bigirin, yek jî daniye kolana ku mala wê lê ye. Qetna Kamyan, ji bilî cereyên avê, bi çêkirina hunerên destan jî tê naskirin. Qetna dibêje ku wê ev huner jî, ji dapîr û dayîka xwe fêr bûye. Li mala xwe di darên zirav û şil tiştên wekî selik, sînî û hwd. çêdike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.