- Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê Hefteya Çanda Kurdî ya 11’an dewam dike. Hefteya çandê îsal bi şîara “Ji bo Çanda xwe, Nasnameya xwe, Azadiya Gel û Welatê xwe!” bi rê ve diçe.
DENÎZ BABÎR / NURNBERG
Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê Hefteya Çanda Kurdî ya 11’an dewam dike. Hefteya çandê îsal bi şîara “Ji bo Çanda xwe, Nasnameya xwe, Azadiya Gel û Welatê xwe!” bi rê ve diçe. Hefteya çandê 25’ê Gulanê bi nîşandana govendên Kurdistanê li Villa Leon Koerber-Wegê dest pê kir.
Piştre jî Hanî Moctahedî derkete ser dikê.
Şaredarê Nurnbergê Marcus König jî peyamek ji festîvalê re şand û piştgiriya xwe îfade kir. Ji organîzatorên festîvalê Ali Medya jî got, “Huner û çand bivênevê ne. Zehmet e mirov mişext û sirgûn be. Tişta ku me û nifşên bê li ser piyan bigire jî çalakiyên wiha yên çandî ne. Divê em çand û zimanê xwe biparêzin.”
Heta 29’ê Gulanê dewam dike
Endamê meclîsa şaredariya Nurnbergê yê ji Partiya Keskan Cengiz Şahîn jî got, ew kêfxweş in ku piştî pandemiyê festîvala 11’an li dar dixin û wiha peyivî: “Miletê Kurd, li ber xwe dide û ji berxwedanê nayê xwarê. Serketin ji her kesî re dixwazim.”
Di çarçoveya hefteyê de îro wê filma Dema Dirîreşkan a li ser serpêhatiya gerîlayekî birîndar bê nîşandan.
Sibe êvarê jî panelek bi beşdariya siyasetvanê Kurd Ahmet Yildirim, Serokê Rûmetê yê AABK Turgut Oker, lêkoler Kerem Schamberger û rojnamevan Murat Çakir bê lidarxistin.
Hefte wê bi konsera Ozan Canê û Rotînda 29’ê Gulanê bi dawî bibe.
Tevahiya hefteyê maketên deverên dîrokî yên Kurdistanê yên ku hunermend Emele çêkirine jî tên nîşandan.