Li Meclîsa Şaredariyê ya bajarê Hanauyê yê Elmanyayê, hevseroka koma Partiya Çep li Meclîsa Şaredariyê Emîne Pektaşê, xwest pêşniyaz biryarekê bide meclîsê. Bi vê pêşniyazbiryarê wê dixwest ku Meclîsa Şaredariyê dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li dijî hiqûqa navneteweyî yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava rûreş bike. Meclîsa Şaredariyê ev yek red kir.
Pektaş da zanîn ku wan 7 Cotmehê ev pêşniyaz da meclîsê da ku duşema bihurî bihata minaqeşekirin. Di pêşniyazbiryarê de dihat xwestin ku meclîs êrişên dewleta Tirk ln li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava yên li dijî Kurd, Elewî, Êzîdî û Xirîstiyanan bên rûreşkirin. Emîne Pektaşê li ser meseleyê got, "Şaredariya Hanauyê berê biryarek dabû ku her şerê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, rûreş dike. Me Tebaxa bihurî ji bo Ukraynayê pêşniyaz biryareke bi vî rengî da meclîsê û ew di cih de hat qebûlkirin. Lê ya ku me 7’ê Cotmehê da ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê bû. Duşemê min ê ew pêşkêş bikira. Lê di civînê de nehat qebûlkirin ku bê minaqeşekirin jî.”
Kurdên li Ewrûpayê divê pê zanibin
Hinceta meclîsê bi hevokekê hatiye îfadekirin: “Şerê li Kurdistanê ne ji pirsgirêkên meclîsa federal yan jî şaredariya Hanauyê ye.” Emîne Pektaşê nerazîbûna xwe ji vê wiha îfade kir: “Çima şerê li Ukraynayê pirsgirêka şaredariya Hanauyê ye û şerê li Rojava ne pirsgirêka Hanauyê ye.”
Emîne Pektaşê da zanîn ku ew ê ewkî din Kanûna bê metneke bi heman rengî weke pêşniyazbiryar bide meclîsa şaredariya Main Kinzig Kreisê jî. HANAU