Gurên bozên dikevin partiyên Elman

Çarşem 26 Tebax 2020 - 16:11

  • Nijadperestên tirk li Elmanyayê dikevin nav partiyên Elman û meclîsên biyaniyan da ku tesîrê li siyaseta cihî bikin.

Nijadperestên tirk li Elmanyayê li aliyekî bi êrişkariya hov xwe bi rêxistin dikin, li aliyê din dikevin nav partiyên Elman û meclîsên biyaniyan da ku tesîrê li siyaseta cihî bikin.
Rêxistinên weke ADUTDF´ê li ser malpera xwe bi rehetî posterên sereknijarperestê Tirk Alparslan Türkes nîşan didin. Tevî ku herî zêde karê sûcê organîze dikin, weke şûştina pere, qaçaxçîtî, narqotîkfiroşiyê dikin jî, sazî û dezgehên peywendîdar ên Elman wan naşopînin. Îstîxbarata Elman texmîn dike 11 hezar endamên rêxistinên nijadperest ên Tirk hebin. Îstîxbarata Elman behsa civakeke paralel a nijadperestên Tirk jî dike, lê ew nakevin ber atqîba wê.
Sevîm Dagdelen behsa siyaseta wan dike û dibêje, "Tesîra komeleyên ulkucuyan (nijadperestên Tirk) beriya her tiştî encama wê yekê ye ku nûnerên wan di rêxistinên qebûlkirî de hene. Yên weke meclîsên biyaniyan, yekîtiyên komunal û Partiyên siyasî de. Heta di înîsiyatîfên li dijî tundrawiya rastgir de jî hene. Yan jî di ATIB´ê de Meclisa Navendî ya Mislimanan li Elmanyayê."
Ji bo hilbijartinên cihî yên li Eyaleta NRW´yê de jî di gelek partiyan de namzetên nijadperestê ên Tirk hene. Yek ji wan Ilhan Bukrucu bû ku di hilbijartinên li Gelsenkirchenê de ji CDU´yê namzetê Meclîsa Şaredariyê bû. Ji ber nerazîbûna li ser înternetê neçar ma 21´ê Tebaxê hem namzetiya xwe betal bike û hem jî wezîfeyên xwe yên di nava CDU´yê de betal bike.
Lê yên weke Selvet Kocabey ku ji tevgera Milli Goruş in, yanî nijadperestên Îslamî yên Tirk in, di nava partiyên elman de ji xwe re cih çê dikin. Weke Selvet Kocabey ê ku li Bielefeldê namzetê Meclîsa Şaredariyê ye ku ji DITIB´ê yanî rêxistineke Milli Goruşê tê. Ew ji Partiya Keskan namzet e û gelek rexne li partiyê hatin girtin ji ber ku Selvet Kocabey ê nijadperest weke namzet nîşan da. Lê hîna namzetiya wî nehatiye betalkirin. KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.