Konê berxwedanê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzîdxanê hatiye vedan di roja 63'an de ye.
Xelkê Şengalê, ku asayîşa Şengalê weke misogeriya hebûna xwe dibîne, bi biryardarî xwedî lê derdikeve. Bi vê armancê li ber Navenda Asayîşa Êzîdxanê konê berxwedanê hate vedan û 63 roj in çalakî dewam dike. Doh jî ji gelek gund û bajarokên Şengalê girseyên gel tevlî çalakiyê bûn.
Ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina peymana navbera Hewlêr û Bexdayê û vir ve xelkê Şengalê li ser piyan e.
ANF/ŞENGAL