- Li Gundê Şêxan ê Navçeya Payizava ya Wanê ji ber ku gundî Kana Mermerê naxwazin, esker zorê li wan dikin û ji wan dixwazin gund vala bikin. Pêr esker û cerdevanan gulle li gundiyan reşandin, êşkence li wan kirin û ji wan re gotin: "Em ê we ji vî gundî derxin. Em destûr nadin hûn li vî gundî bimînin.”
DÎNDAR KARATAŞ
MA/WAN
Li Gundê Şêxan ê Navçeya Payizava ya Wanê Kana Mermerê ya di sala 2006'an de hatiye avakirin, xwezayê talan û wêran dike. Gundiyên Şêxan ji kana mermerê nerazî ne û vê nerehetiya xwe jî diyar dikin. Ji ber çalakiya gundiyan, bi sedan esker û cerdevanî 27'ê Gulanê bi ser gund de girtin û gulle li gundiyan reşandin. Esker û cerdevanan ji gundiyan xwestin ku gund vala bikin û gotin "Em destûrê nadin hûn li vî gundî bimînin.” Eskeran li gundiyan dan û nêzî 40 gom (gov/axur) ê welatiyan xera kirin. Gundiyan diyar kir ku bi sedan esker û cerdevan ketine gund û li wan dane.
Gulle li me reşandin
Şêniya Gundê Şêxan Hîlal Batug, anî ziman ku di sala 2006'an de Kana Mermerê hatiye avakirin û got: “Sala 2006'an dest pê kirin Kana Mermerê xebitandin. Lê ji ber ku gundî li ber rabûn, kana mermerê dîsa girtin. Salek e ku dîsa di kanê de dixebitin. Ji ber ku kan zerarê dide xwezayê gundî dê ji neçarî koç bikin. Kan xwezayê û mirovan jehrî dike. Em naxwazin jehrî bibin. Esker û cerdevan hatin gundê me û govên (gom/axur) me xera kirin. Gundiyên li li ber wan rabûn gulle li wan reşandin û bombeyên gazê avêtin wan."
Şêniyê Gundê Şêxan ê 75 salî Sidik Bilek jî anî ziman ku temenê xwe hemû li vî gundî derbas kiriye û got: "Kana mermerê xwezayê wêran dike. Dar û ber hemû hişk kirine. Ji ber ku em li ber vê yekê rabûn eskeran bi hezaran gulle li me reşandin. Esker hatin govên me xera kirin. Em binçav kirin. Di maşîna zirxî de li me xistin. Em kana marmerê naxwazin."
Gov bi ser pez de xira kirin
Şêniyê gund Cevdet Yucel jî anî ziman ku eskeran gef li wan xwariye û got: "Dema me got; Hûn çima vê li me dikin? Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin. Em nahêlin hûn li vî gundî bimînin. Bi destûra walî û qeymeqam govên me xera kirin. Rapora ÇED'ê jî sexte ye. Ku şîrket li vir kar bike em nikarin li vir bijîn. Hatin serê zarokên me şikandin. Ev zulm e. Ev der warê me û welatê me ye. Bila vê zulmê li me nekin."
Şeniyê Gund Umît Yucel jî anî ziman ku bêyî wan agahdar bikin û dema pezê wan di govê de bû, gov xera kirin û got: "Gulle li me reşandin. Bombeyên gazê avêtin me. Zulm li me kirin. Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin' Em naxwazin bên gundê me."
Êşkence li gundiyan kirin
Welatî Rojbîn Yucel jî anî ziman ku eskeran jinbira wî xistine xwar û got: "Ji ber jinbira min a ducanî xistin xwarê jiyana wê û zarokê wê ket talûkeyê. Sewalên me kuştin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Eskeran li pêş çavê min destê ap û pismamê min kelepçe kirin. Çek xist serê wan. Bi qûndaxa çekan li wan xistin. Em gundê xwe terk nakin."
Welatî Sevda Yucel jî anî ziman ku esker û cerdevan hatin bêyî wan agahdar bikin govên wan xera kirin û got: "Dema em li ber xerakirinê rabûn li me xistin. Bi şîşa li me xistin. Li me dan. Gelek kes birîndar bûn. Ev zulm û neheqî ye. Fermandar got 'Em destûr nadin hûn li vî gundî bimînin.’ Em destûrê nadin vê yekê û em ê heta dawî li ber xwe bidin."
Welatî Ergîn Bilek ê gova pezê wî hatiye xerakirin jî anî ziman ku eskeran êşkence li wî kiriye û şopa êşkenceyê li bedena wî heye.