Gundê me vala dikin!

Yekşem 15 Gulan 2022 - 21:27

  • Leşkerên Tirk beriya 41 rojan dor li gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê girt û vê dorgirtina xwe îro jî dewam dikin. 

Leşkerên Tirk beriya 41 rojan dor li gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê girt û vê dorgirtina xwe îro jî dewam dikin.

Leşkerên dewleta Tirk êdî bi darê zorê gund vala dikin.

Gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji 21'ê Adarê ve ji aliyê leşkerên dagirkeriya Tirk ve dorlêgirtî ye, hingê li Geverê di wesayita polîs A.K. de zêdeyî 52 kîlo teqemenî hatibû dîtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu wê demê îdîa kiribû ku teqemenî li Iraqê li wesayitê hatiye barkirin, anîne Şemzînanê û hedef jî Stenbol bû. Di çarçoveya lêpirsînê de leşkerên dagirkeirya Tirk, dor li gundê Şikeftan girt û ev dorlêgirtin ev 41 roj in dewam dike. Ketiona nava gund jî hatiye qedexekirin. 

Niha jî leşkerên Tirk bi darê zorê gund vala dikin. Ji 50 malbatan 35 malbat ji gund derketin. Hate zanîn ku niha li gund 15 mal hene.

Ev 10 roj in ava vexwarinê ya gundiyan hatiye qutkirin. Li gund jî derketina ji malên xwe tê astengkirin. Hate zanîn ku kesên ji bo xwarinê bikirin ji gund derketine, êşkenceya lêgerîn û kontrolkirina nasnameyê li wan tê kirin. 

COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.