Gulvedana Zembîlfiroş û Gulxatûnê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Cotmeh 2022 - 05:39

KENDAL MÊRDÎN/ANF/BRÛKSEL

 

Rojnamevan, nivîskar û wergêr Rêşad Sorgul berhemeke din a dijîtal li tora medya dijîtal  weşand. Em berhemeke din dibêjin, ji ber ku wî heta niha ji 14 berhemên xwe 8 dijîtal weşandine û ji 16 wergerên xwe jî 2 dijîtal weşandine.

Berhema wî ya dawî destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê ye. Bêguman ev destan di nava Kurdan de gelekî tê naskirin. Vê berhema wî bala me jî kişand û me xwest em çend pirsan ji Sorgul bikin û zanibin ka wî xebateke çawa kiriye.

Sorgul dibêje, wî gelek varyantên Zembîlfiroş kom kirine, hemû hûrûkûr xwendine, ji wan gişan çîrokeke nû bi awayekî beraqil hûnandiye.

Me xwest em bizanibin çima pêdivî bi tiştekî welê dîtiye.

Ji gelek varyantan destaneke temamkirî

Reşad Sorgul wiha behsa hazirkirina berhemê dike: "Gelek varyant hebûn; bêguman hebûna gelek varyantan pirsgirêk nîne, lê divê varyanteke kamil û beraqil hebûya. Her çiqasî Feqiyê Teyran cara ewilî ew li ser kaxizê danîbe jî kirasê lêkirî ji bo roja îro teng e. Varyantên di nava gel de bêhtir derfet û îmkanê didin ku mirov bi ser meseleyê ve bibe, lê di varyantan hemûyan de aliyên kêm gelek bûn û pirsên bêbersiv zahf bûn. Ji ber van sedeman hemûyan, min pêdivî dît, ez destaneke temam û beraqil diyarî nifşên siberojê bikim. Erê min xwest vê bikim, lê çiqasa di vê de bi ser ketime yan jî neketime wê ji xelqê xwe re dihêlim."

 

Gelek berhemên wî yên dijîtal hene

Mijareke din heye ku divê meriv wê ji Reşad Sorgul bipirse û li nihêrinên wî yên di vî warî de bipirse: Meseleya “berhemên dijîtal”. Ev demeke deh berhemên wî bi awayekî dijîtal têne weşandin. Ji bilî vê jî berhemên xwe hemû jî bi dengê xwe xwendine û dijîtalîze kirine. Ji bilî berhemên xwe bi xwe jî gelek berhemên din jî bi dengê xwe xwendine û li ser medya dijîtal parve kirine.

 

Bi riya youtube xwe gihand milyonan

Rêşad Sorgul li ser vê jî ji me re got, "Ez niha xwe bi rêya medyaya civakî, nexasim bi youtubeyê bêhtir digihînim guhdaran. Bêguman xwendin û guhdarîkirin yek tişt nîne. Lê çîrokên min hene, xwe gihandin milyon guhdaran. Ev ji bo Kurdî hema bêje rekor e. Bi ya min, em dikarin hê zêdetir vê qadê bi kar bînin. Jixwe roj bi roj Kurd di vî warî de bêhtir şareza dibin. Umîdwar im ku wê di dema bê de bêhtir serketî bibe."

Rêşad Sorgul kanaleke wî ya youtubê heye, lê van çendan yeke nû xistiye xizmetê û berhema, em qala wê dikin li wir weşandiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.