Gulan, Mizgîn û Sozdar şehîd bûn

Şemî 17 Nîsan 2021 - 02:21

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 15`ê Nîsanê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li dijî qereqoleke leşkerên Tirk çalakiyeke bi bandor pêk anîye. HPG'ê her wiha nasnameya 3 gerîlayên di Îlona 2020`an de şehîd bûyî eşkere kir.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da: "Hêzên me yên parastina hewayî yên Şehîd Delal Amed, 15'ê Nîsanê saet di 09:20'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li dijî qereqola Girê çalakiyek kir. Dagirkerên li vê derê ji hewayê ve hatin bombekirin û çalakî bi rengekî serketî pêk hat."

Li ser şehadeta sê gerîlyan a par jî HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker 25'ê Îlona 2020'an li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Gulan, Mizgîn û Sozdar tevlî karwanê şehîdan bûn."

Nasnameyên şehîdan wiha ne: 
- Gulan Hêmin (Zîlan Gok) a li Mûşê jidayikbûyî
- Mizgîn Cîgerxwîn (Şehnaz Okşamak) a li Amedê jidayikbûyî
- Sozdar Faraşîn (Emel Bor) a li Wanê jidayikbûyî

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.