Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku bi hilbijartina Joe Bîden re têkiliyên dostaniya şexsî ya AKPʼê bi Trûmp re êdî bi dawî bûne û got, "Êdî li aliyê din ê telefonê lîderek nîne ku Erdogan ji pêkanînan biparêze."

Ozsoy anî ziman ku şaş e mirov li bendê bimîne ku bi Bîden re guhertinên mezin bibe û bi bîr xist ku têkiliyên DYE-Tirkiyeyê têkiliyeke 80 salî ye.
Ozsoy diyar kir ku sîstema mayînde ya Emerîkayê wê Tirkiyeyê zû bi zû danîne aliyekî û anî ziman ku Tirkiye aktorekî girîng ê herêmî ye, hîn jî hêzeke NATO'yê ye, endama Konseya Ewrûpayê ye û bazareke girîng a aboriyê ye.

Ozsoy got, "Şaş e ku mirov bêje, Bîden hat wê bi Erdogan re şer bike, aloziyê mezintir bike. Bi dîtina min, mîna her desthilatdariyê wê destpêkê hewl bide rûpelekî nû veke. Wê hewl bide şert û mercên danûstandina bi Erdogan re ava bike. Ji Tirkiyeyê ji xwe peyamek hate ragihandin ku amade ye bi Bîden re bixebitin. Rêveberiya Bîden wê di nava çend mehan de hewl bide giraniyê bide ser qenalên dîplomatîk, lê belê di navbera Tirkiye û Emerîkayê de pirsgirêkên giran ên bingehîn çêbûne û wê bi hêsanî li ser wan nikaribin li hev bikin. Mijara S-400, Doza Halk Bank, polîtîkaya Emerîkayê ya li Sûriyeyê, mîna van gelek mijar di navbera herdu aliyan de cihê nakokiyê ne ku li ser li hev nakin. Lewma wê hem Bîden hem jî Tirkiye wê çend mehên destpêkê hewl bidin giraniyê bidin ser dîplomasiyê, lê belê dibe ku piştre li ber hev rabin."

ANF/STENBOL