Guhertina demografyayê û tirkkirin

Şemî 15 Gulan 2021 - 03:58

Dewleta Tirk a qirker û înkarker li Efrînê hem demografyayê diguhere û hem jî xelkê wir asîmîle dike û dike Tirk. Jixwe talan, dizekî û hovîtiyên wê yên din li aliyekî din.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî her roj van kirinên dewleta Tirk radigihîne û herî dawî da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Avraz ê navçeya Mabata ya Efrînê 3 malbatên Efrînî ji mal derxistin û li şûna wan malbatên xwe bi cih kirin. Çete li cih û warên Êzidyan jî mizgeftan ava dikin. 

Komeleya ‘Ehalî Filistîn 48’ a dewleta Tirk destekê didiyê, li gundê Şadira yê Êzîdiyan dest bi avakirina Mizgeftekê kir.

Li gorî daneyên Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), zêdetirî 500 Filistîniyên ji derverên cihê yên Sûriyeyê koçber bûne, li malên Efrîniyên bi darê zorê hatine koçberkirin, hatine bicihkirin.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiyayê diguherin. Şêxo got: “Ev guhertin di bin navê mirovahî û xêrxwaziyê de û bi fînansekirina dewletên Kendavê û Ewropayê di nav de Elmanya, pêk tê ku niyet dikir ku li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî avahiyên mêtingeriyê ava bikin. Ji ber ku zêdetirî 28 rêxistinên hiqûqî li ber vê yekê rabûn, ev proje betal bû. Lê bi awayekî veşartî ji aliyê dewletên ewropî ve, bi taybet Elmanya, proje pêk tê.”

Şêxo bal kişand ser bilezkirina guhertina demografiya Efrînê û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi lez malbatên Tirkmen li seranserî xeta sînor ji navçeya Şera bigire heta navçeyên Bilbilê û Recoyê bi cih kirin. Dewleta Tirk ew malbat ji herêmên cuda yên Sûriyê anîn da ku wan di malên şêniyên Efrînê de bi cih bike.”

Li dibistanan tirkkirin

Li aliyê din, Dewleta Tirk li dibistanan tirkkirinê ferz dike û fikra şiddetê empoze dike. Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî da zanîn ku dewleta Tirk materyalên bi zimanî tirkî derbasî dibistanan kiriye, siyasetên tirkkirinê dimeşîne û fikirên tundraw belav dike. 

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya dijminane li dijî gelên herêmê, bi taybet li herêmên dagirkirî didomîne. Dewleta Tirk  siyaseta tirkkirinê dimeşîne, ciwan, zarok û xwendekaran dike armanc da ku nifşeke xwedî baweriyên tundraw li gorî ajandeyên xwe ava bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.