Guhartina demografîk qirkirin e
Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:42
- Bekîr Elo dibêje, beriya dagirkirina kantona Efrînê, rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû lê piştî dagirkeriyê ew rêje daketiye ji sedî 25’an.
ALAN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA
Li Efrînê ji roja destpêkê ya dagirkeriyê ve ku 3 sal û nîv di ser re derbas bûne, dewleta Tirk demografiya herêmê diguherîne. Têkildarî vê yekê Hevserokê Desteya Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo peyivî.
Bekir Elo dibêje dewleta Tirk beriya plana xwe ya guhartina demografîk a herêmê 3 qonax danîbûn pêşiya xwe. Li gorî Elo ew sê qonax jî wiha ne; a yekê koçberkirina şêniyên Efrînê bi darê zorê, a duduyê sûcên revandin, qetilkirin û tecawîzkirin, ya sisiyê jî avahiyên mêtîngeriyê li gund û navçeyên kantonê ava kirin.
Berê ji sedî 95 Kurd lê bûn
Bekir Elo derheqa vê meselê de wiha diaxive: ”Li gorî qanûnên navneteweyî, guhartina demografîk sûcekî li dijî mirovahiyê ye û sûcekî şer tê hesibandin. Tişta ku li Efrînê hatin kirin ji êriş, dagirkirin û tiştên heta niha pêk tên, sûcên şer in.”
Di madeyên 6-7-8 ên Pergala Roma ya Bingehîn a Dadgeha Sûcên Navneteweyî ya 1998’an û madeya 49 ji peymana Cinêvê ya 4’an a 1949’an û protokolên girêdayî wê de, koçberkirina şêniyên resen û dûrxistina wan ji xaka wan di çarçoveya êrişên berfireh û bêserûber de sûcekî şer li dijî mirovahî û sûcên şer in.
Beriya dagirkirina kantona Efrînê, rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû û rêjeya mayî ji Tirkmen û Ereban bû. Lê piştî êrişan, koçberkirina şêniyên Efrînê û sûcên dagirkeriya Tirk bi rêya çete û MIT’a wê rêjeya Kurdan daket ji sedî 25’an û li şûna yên koçber bûne, malbatên ji Qelemûn, Xûta û Hums hatin bicihkirin.”
Hewl didin dîroka gelê Kurd îmha bikin
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her wiha dest danîn ser saziyên perwerde, tenduristî û aborî û li şûna zimanê Kurdî zimanê Tirkî ferz kir. Her wiha li şûna lîreya Sûriyê lîreya tirkî ferz kir û navên gund û qadên giştî kirin navên Tirkî.
Li ser çêkirina avahiyên mêtîngeriyê jî, Bekir Elo ev tişt gotin: “Bi destê MIT’a Tirk, piştgiriya dewletên Kiwêt û Qeterê û bi navên mirovahî û olî ev alî hewl didin dîroka gelê Kurd îmha bikin, bi taybet civaka Êzidî bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundên wan û avakirina mizgefan. Dagirkeriya Tirk bi dehan avahiyên mêtîngeriyê li gundên Efrînê nemaze li gundên Êzidiyan ava kirin, ji wan gundê Şadêrê, her wiha mizgeft ava kirin û dewreyên ezberkirina Quranê vekirin.
Ji bo şerê demdirêj
Siyaseta guhartina demografîk ya ji bo qirkirina gelê Efrîn û pêşeroja Sûriyê ya herî kirêt e, ji ber ku dagirkeriya Tirk hewl dide rewşekê ji bo şerê demdirêj amade bike da ku xewna Osmanî vegerîne û rûberên mezin ji xaka Sûriyê dagir bike.’’
Du jinên din revandin
MIT’a Tirk du jinên ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata ya herêma Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.
Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku di 17’ê Cotmehê de MIT’a Tirk li gundê Birîmce yê navçeya Mabata dorpêç kir û du jinên gund revandin.
Li gorî çavkanî, navê herdu jinên revandî wiha ne; Mizgîn (28), Sozan (33).
Çavkanî her wiha destnîşan kir ku istîxbarata Tirk herdu jinên ku revandine birine cihekî nediyar, da ku malbatên wan neçar bikin ku fidyeyê bidin.
Istîxbarata Tirk (MIT) çend roj berê jineke ducanî bi êşkenceyê qetil kiribû.