Guh nedin fitneyan
Yekşem 7 Gulan 2023 - 14:46
AWYER BOTAN / ANF / SILÊMANÎ
Nûnerê PADÊ’yê Başûrê Kurdistanê Silêman Şengalî bal bire ser hewldanên fitne û provakasyonên hikûmeta Iraqê, PDK û MÎT’ê yên di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê li herêma Şengalê li ser civaka Êzîdî dike û got:“Dixwazin koka Êzîdiyan û Şengalê tine bikin.”
Kevirek jî neavêtiye
Şengalî li ser fetwayên melayên ji aliyê saziya îstixbaratê ya PDK’ê Parastin û MÎT’a Tirk ve tê araste kirin jî got, “Bi salan e hemû pêkhate li Şengalê bi hev re dijîn, mizgeft li Şengalê heye û heta vê gavê yek kesî kevir neavêtiyê û tê parastin.”
Şengalî bang li her kesê kir da ku nebin hevkarê vê fitneyê û banga vegerê li xelkê Êzîdî kir û xwest ew tifaqa xwe bikin.