Grevvanan bibin Silêmaniyê

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 22:18

  • “Gelek caran li Girtîgeha Çaksaziyê ya Hewlêrê hatine cezakirin û ji mafên wan ên bingehîn bêpar hatine hiştin.”

Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê, daxwaz ji girtiyên Behdînanê kir da ku dawî li greva xwe bînîn û bang li rayaderan kir da ku girtiyan veguhêzin Girtîgeha Silêmaniyê: “Gelek caran li Girtîgeha Çaksaziyê ya Hewlêrê hatine cezakirin û ji mafên wan ên bingehîn bêpar hatine hiştin.”

Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê li ser rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek da. Wan daxwaz ji girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de kir da ku greva xwe bi dawî bikin. Wan ji rayedaran jî xwest girtiyan veguhezînin girtîgeha Çaksaziya Gewreyan a Silêmaniyê.

Di daxuyaniya Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê de tê gotin, “Raya giştî ya herêmê û civaka navneteweyî agahdarkirin ku rojnamevan û aktîvîstên Behdînanê li ser bîr û ramana azad, pîşeyê rojnamevaniyê hatine cezakirin.

Lê, cihê fikaren e ku heta niha li Girtîgeha Çaksaziyê ya Gewran a Hewlêrê cezayê li ser girtiyên Behdînanê û girtiyên di grevê de ne, dewam dike. Ji bo parastina rewşa tenduristiya wan û weke mijareke mirovî, em daxwaz dikin ku girtiyên Behdînanê greva xwe bi dawî bikin. Her wiha ji bo parastina mafê wan, em dixwazin ku wan veguhezînin Girtîgeha Çaksaziya Silêmaniyê.”

Ji mafên asayî û yasayî ye 

Di dawiya daxuyamiyê de ev hersê xisûsên li jêr hatin ragihandin.

* Pêwîst e prosedûrên rêveberiyê ji bo veguhestina girtiyên Behdînan ji bo Girtîgeha Çaksaziya Gewreyan a Silêmaniyê dest pê bikin. Ev yek mafekî asayî û yasayî yê girtiyan e.

* Ji ber ku hikmê  aliyên siyasî yên li pişt cezakirina girtiyên Behdînanê li Hewlêrê serwer e, bi dehan caran girtiyên Behdînanê hatine cezakirin û ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin.

* Bi hincetên cuda û nemantiqî rê li pêşiya parêzer û endamên Lijneya Mafên Mirovan a Parlametoya Herêma Kurdistanê û saziyên din tê girtin ku biçin serdana girtiyên Behdînanê.

Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê di dawiyê de ji aliyên peywendîdar xwest ku li gorî qanûnê û prensîbên mafên mirovan nêzî girtiyên Behdînan bibin.

ROJNEWS/HEWLÊR

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.