Greva birçîbûnê ya li Maxmûrê didome

Şemî 18 Sibat 2023 - 00:24

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 9’emîn berdewam dike.

Bi merasîmekê koma 8’emîn ya çalakiyê, çalakî dewrî koma 9’emîn kir. Beriya ku koma nû çalakiyê dewir bigre ji bo şehîdên şoreşê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 8’emîn daxuyaniyek ji aliyê Dîcle Benek ve hate xwendin.

Dîcle Benek destpêkê sersaxî ji giştî mexdurên erdhejê re xwest û got;“Armanca çalakiya me fîzîkî azad kirina Rêbertiyê ye. Ji ber wê jî wek ciwanên Mexmûrê heta em agahiyekê ji Serokê xwe digrin, em ê di nava çalakiyan de bin. Azadkirina Rêber Apo bi rêxistin kirina ciwanan pêkane. Ji ber wê jî em bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikin ku cihê xwe di nava têkoşîne de bigirin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeya ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ bi dawî bû.

ROJNEWS/MAXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.