Greva bêdem û bêdorveger a li Xarpêtê

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 00:20

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li dijî binpêkirina mafên mirovan ku bi rêk û pêk bûne, 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.

Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, pênc girtî ji ber astengî û binpêkirina mafên wan ên hevdîtinê, tenduristiyê, pirtûk û nameyan, her wiha serjimartina li ser piyan, di 22'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku grev bêdem-bêdorveger e.

Girtî Mahîr Kapan, Celîl Dagtekîn, Nevzat Akbûlak, Omer Ozkan û Ozgur Taş tevlî grevê bûn.

Malbatan diyar kirin ku êrîşên psîkolojîk li girtiyan têne kirin, her wiha şekir, xwê, mast û lîmon ku pêwîstiyên bingehîn e kêm têne dayin.

ANF/XARPÊT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.