Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er 62 rojin mehin didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe. Tevî gelek bangan jî heya niha rayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedan.

Daxwazên wan bicîh bînin

Malbatên herdu girtiyan ji bo ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê ne û ji bo di nava hêzên siyasî û rayagiştî de hestiyarî çêbibe, serdana hizbên siyasî dikin.

Di vê çarçoveyê de, di nava van çend rojên dawî de malbatên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er serdana Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizbî Bizûtneweyî Dîmokratîk a Gelê Kurdistan, Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan, Bizûtneweyî Rizgarî Dîmokratî Kurdistan û Partiya Komûnîst a Kurdistanê kirin.

Di serdanan de rayedarên partiyan piştgirî dan malbatan û diyar kirin ku daxwazên girtiyan rewa ne û divê ji bo şopandina rewşa girtiyan licneyeke were avakirin û daxwazên girtiyan werin bicîhanîn. 

Komîsyonek hate avakirin

Li gorî nûçeya Rojnewsê; Serokê Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan ragihandine ku ji bo daxwazên Dag û Er were bicihanînin ji aliyê Wezîrê Karên Civakî yên Herêma Kurdistanê ve komîsyonek hatiye avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN