- Piştî 290 rojan, berxwederên li zindanên dewleta Tirk, greva biçîbûnê ya bêdem û bidor ya li dijî tecrîdkirina Ocalan bi dawî kir. Berxwederan da zanîn ku armanca wan ew bû gelê Kurd çalak bikin ji bo pêngava Dem Dema Azadiyê ye û ew gihiştine vê encama xwe.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î daxuyanî da û diyar kir ku ji îro û pê ve, wan çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsan bi dawî kiriye. Ev daxuyanî piştî ku komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê bang kiribû li grevvanan û gotibû ew gihiştine armanca xwe, hat dayîn.
Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ê ku 22 sal in di Hepsa Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de ye û ji bo ku li hepsan binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe, girtiyên PKK’yî û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidor kiribû. Greva birçîbûnê ya li hepsan hate bidawîkirin.
Di roja 290’î de biryara bidawîkirina greva birçîbûnê li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î Denîz Kaya ragihand.
Di daxuyaniyê de Deniz Kaya got, “Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î li ser bingehê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera me beriya bi salekê dabû destpêkirin, di 27’ê Mijdara 2020’an de tevlî pêngavê bûn. Pêngava ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêbertiyê re azad bibin’ dikeve sala duduyan. Diyar dibe ku gelê me xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derketiye û ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK’yî û PAJK’î ev bû ku bi awayê herî xurt tevlî pêngava azadiyê bibin.
Gel û gerîla bi hev re
Divê gelê me, ciwan, jin, dayikên aştiyê û saziyên demokratîk jî li hemberî qirkirin û faşîzmê dengê xwe bilindtir bikin. Di vê qonaxa pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de berpirsyariya gel û saziyên demokratîk gelekî zêde ye. Tê dîtin ku berxwedêr û pêşengên fedaî gerîla, berpirsyariya xwe hemûyî baş bi cih tîne. Em bawer dikin di qonaxa nû ya pêngavê de wê gelê me û hêzên gerîla bi hev re têkoşînê geş bikin.
Bi ruhê berxwedana zindana Amedê
Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê jî amade ne ji bo Rêbertiya xwe, gelê xwe û azadiya welatê xwe berdêlê bidin. Tê dîtin ku dawiya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hatiye. Em ê jî bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya di 12’ê Îlonê de li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Di çarçoveya ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan, Çar Qehreman û 14’ê Tîrmehê de yê ku kevneşopiya lêgerîna me ya heqîqet û azadiyê ye, heta Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk, em ê li ber xwe bidin.
Xurttir tevlî xeta Rêber Apo dibin
Em banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê ji xwe re dikin esas û em girtiyên PKK’yî û PAJK’î ji îro pê ve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î em ê bi çalakiyên cihê tevlî pêngava azadiyê bibin. Em hevrêyên ku li zindanan li ber xwe didin, em ê bi awayekî xurttir tevlî xeta Rêber Apo bibin û jiyana bi Rêber Apo re ji xwe re bikin esas.”
NAVENDA NÛÇEYAN