Gotin ji dewletan xurttir e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:00

  • Bahoz Baran: Bi hezaran dibistanên dewletê hene, lê dibistaneke Kurdan tine ye. Dibistan wekî aşê bişaftinê dixebitin û me dihêrin. Bila kes xwe nexapîne, zimanê me li bajaran tine ye. Di meseleya Kurdî de em ne jidil in. Bi slogan û kampanyayan ev kar naçe serî.

ARDÎN DÎREN / AMED

Bahoz Baran yek ji avakarên weşanxaneya Wardozê ye. Ev demeke dirêj e ku bi karê folklora Kurdan û berhevkariyê daketiye û di vî warî de gelek pirtûk çap kirine. Her wiha di warê zimanî de jî xebitiye û bi salan mamosteyiya Kurmancî kiriye. Wî pirtûkên bi navê “Ferhenga Bişaftinê” û “Rêzimana Kurmancî” nivîsîne. Lê bala wî li ser çîrokan e, heta niha sê pirtûkên wî yên çîrokan hatine çapkirin, herî dawî pirtûka wî ya çîrokan a bi navê “Qîza Bavê Xwe” ji Wardozê derket. Niha bêhtir çîrokan dinivîse, edîtoriya Weşanên Wardozê dike û li Weqfa Mezopotamyayê di Koma Kurmanciyê de cih digire. Em bi Bahoz Baran re li ser folklor, weşangerî û siyaseta zimanî peyivîn û me pirsên xwe jê kirin. Wî jî em neşikandin û wekî nivîskarekî rastbêj nêrînên xwe yên di vî warî de ji me re gotin. 

We bi kîjan xemê konê Wardozê li warê weşangeriya Kurdî veda? Weşanxaneyên Kurdan hebûn, tiştê ku dilê we rehet nedikir çi bû gelo?

Derdoreke me ya ku ji karê edebiyat û folklorê hez dikir, hebû. Her ku me berhemek amade dikir û dida weşanxaneyên Kurdan, gelek pirsgirêk derdiketin pêşiya me. Carna me berhemek dida wan bi salan deng ji wan dernediket. Nirxandineke wan a baş tine bû û berhem bi xweşikî nedinirxandin û kêmaniyên mirov ji mirov re nedigotin. Bi ser de carna wan peymanên giran datanîn pêşiya me, doza pereyan ji me dikirin. Wextê me berhemeke folklorî ji wan re dişand, radibûn ew berhem li gorî rastnivîsê redakte dikirin. Lê di xebatên folklorî da çi ji devê kê çawa derketibe, divê wisa bimîne, haya wan ji van tiştan tine bû. Gava me bala xwe dayê, me dît ku edîtoriyeke baş jî tine ye û nikarin li pirtûkan xwedîtiyê bikin. Me dît ku em berhemdar in û dikarin vî karî bikin. Loma me weşanxaneya xwe vekir.

Tu dibêjî “Xema me ya esil folklor bû”. Tu dizanî ev peyva folklorê pirr tê bikaranîn, jidil jî ev folklor ji bo Kurdan çi ye?

Te dît carna hin kes dibêjin, “Ne dewleteke Kurdan heye ne jî tiştekî din ê Kurdan.” Lê em baş dizanin ku gotina me heye. Gotin ji dewletan xurttir e. Navê vê gotinê folklor yan jî zargotin e. Ji bo mirov karibe tiştekî baş bike, divê pêşî mirov li ziman û çanda xwe serwext be. Wextê em ketin nava karê folklor û berhevkariyê me dît ku gencîneyeke pirr mezin heye û Kurdên roja me jê para xwe nagirin. Loma me got, em ji folklorê dest pê bikin. Meyla me bêhtir li ser folklorê ye, lê di warên din de jî pirtûkên baş hebin, em çap dikin. Heta ji me tê jî em pirtûkan baş dixwînin, baş dinirxînin û baş çap dikin.

Li gorî we pirtûkeke baş a folklorê çawa tê diyarkirin?

Pîvanên folklor û berhevkariyê diyar in. Pêşî divê mirov li ser folklorê xwedî zanîn be, her wiha li ser çand û zimanê xwe jî. Divê zarbêjên mirov jî serwext bin. Lazim e mirov dengan germagerm û rast deşîfre bike. Peyv û biwêjên kêmnas diyar bike, ferhengokê amade bike. Gelek kes gava dengan deşîfre dikin û dinivîsin xelet lê dikin û diguherînin, ev tiştekî pirr şaş e. Nîşe û têbînî û ferhengokan amade nakin. 

Rê û rêbaza karê berhevkariyê çi ye? Di vî warî de hûn xebatên bi çi awayî dimeşînin?

Ji bo karê berhevkarî û folklorê me du caran atolye çêkirin. Yek jê li Weqfa Mezopotamyayê, yek jê jî bi AmîdaArtê re me çêkir. Heger derfet çêbibûna û rewş baştir bûya me dixwest em van atolyeyên xwe li temamê Kurdistanê jî çêkin. Çavkanî gelek in û zarbêj jî pirr in. Lê kesên ku bi rê û rêbaz biçin ji wan zarbêjan tiştan bigirin û qeyd bikin û binivîsin, kêm in. Bi saya van atolyeyan me xwe jî û hevalên xwe jî perwerde kirin. Lê em di vî warî de bi awayekî berfireh nexebitîne, qadeke pirr mezin e. Lê êdî em dizanin, ev kar ji serî heta binî çawa tê kirin. Em bi rê û rêbazên vî karî dizanin. 

Li hin herêman hin kes hene bi awayekî xwezayî berhevkarî kirine û folklora Kurdî parastine. Hûn xwe çawa digihînin van çavkaniyan?  

Kesên ku me xwe gihandiye wan hene û kesên ku wan xwe gihandine me hene. Gelek caran bi rêya telefonê xwe gihandine me û hevalên me çûne guh li wan kesan kirine. Divê em vê yekê bizanibin, ev zarbêjên ku me hîn neçûye li deriyê wan nexistiye, mîrasa me bi rêya wan heta îro hatiye, ew mîras di wan de kodkirî û qeydkirî ye. Esil ev kes parçeyê mîrata me ya neteweyî ne. Dema tu çavên xwe li bajêr an jî gundan digerînî, ev insan pirr kêm bûne. Ji ber ku civata wan jî felişiye, odeya wan yan jî şevbuhêrkên wan tine ne, êdî gotina xwe neqil nakin. Di meseleya folklorê de tişta giring ew e ku tu neqil bikî, dubare bikî. Êdî ev insan weke berê tiştan nabêjin. Pirriya ku negotine îcar gava tu diçî ber wan jî dibêjin, “Min zû de ye negotiye, min ji bîr kiriye.” Loma demeke pirr kurt li pêşiya me heye. Bawer bike, 15 yan jî 20 sal. Yanî heger me qeyd kir dê bimînin, lê heger em nekin dê tev winda bibin. Carna em dikevin pey hin çîrokan, dibêjin îro sibê, lê tu paşê dinihêrî ew kes miriye. Herî dawî kesek hebû, du sal berê qala bavê xwe kiribû. Got, bavê min çîroka “Capon Ehmed” dizane. Lê got, tenê di zivistanê û çileyan de dibêje. Ji ber wê got, divê hûn zivistanê bên, niha qal nake. Herî dawî me telefon kir wî hevalî got, bavê min nexweş ketiye û ev çîrok ma çileyeke din. Folklora Kurdî xurt e em Kurd gêj bûne û nema dizanin vê gencîneyê çawa berhev bikin.
 
Her kes dikare li her herêmê berhevkarî bike gelo? 

Mirov li herêma xwe bike baştir e. Mesela ez ji Diyarbekirê me, ez dikarim li vir berhevkariyê bikim. Ez herim Cizîra Botan belkî ez ji devoka wir baş fam nekim. Divê kesekî ku li wir dijî vî karî bike. Ez bibêjim, li aliyê Behdînan divê kesê ku di wê devokê de serwext e berhevkariya wir bike. Ji ber ku ez ji Diyarbekirê me, ez biçim Serhedê dibe ku hinekî bi ser kevim, lê li ciyên din zehmet e. Divê kêsên ku li herêma xwe dijîn û bi devoka xwe baş dizanin, berhevkariyê bikin. Ji bo em karibin ji vê mîrasa xwe para xwe bigirin, divê em weke bernameyeke lezgîn û taybet vî tiştî bidin pêşiya xwe û berhev bikin. Siberojê, heger Kurdan dîsa şaredariyên xwe bi dest xist, divê di bin banê şaredariyan de beşên folklorê vekin. Her wiha divê insanên ku di van beşan de dixebitin, bên perwerdekirin û biçin gundan van tiştên xwe hemûyan berhev bikin. Ez carna li gundekî dinihêrim ez dibêjim niha sed pirtûk ji vî gundî derdikevin. Ez dizanim di wir de xezîneyek heye, lê bê xwedî ye.

Heger em dîsa vegerin ser edîtoriyê û rewşa edîtoriya weşanxaneyên Kurdan binirxînin, edîtorî ji bo Kurdan çima girîng e?

Weşanxaneyên bêedîtor weke nexweşxaneyên bêdoktor in. Nexweşxaneyên bêdoktor weke nîvdoktoran mirov ji canê mirov dikin. Pirsgirêka herî mezin a weşanxaneyên Kurdan, pirsgirêka edîtoriyê ye. Edîtorî çima girîng e, ez bibêjim, me Kurdan bi zimanê xwe nexwendiye û em dereng dest bi nivîsê dikin, em bi awayekî şexsî xwe bi pêş ve dibin, loma kêmaniyên me pirr in. Ji ber vê yekê, divê weşanxane rê nîşanî nivîskaran bidin, rêzan bin, xwedî edîtorên baş bin. Weşanxaneyên Kurdan vê rola xwe bi cih nayînin. Mesela tu hewl didî romanekê binivîsî, divê hin kes berî çapê romana te bixwînin, binirxînin, kêmaniyên te ji te ra bibêjin. Lê ev tişt li ba Kurdan tine ye. Romana te baş be, bêyî ji te re tiştekî bibêjin, dişînin (ev jî şaş e) çapê, ne baş be jî rexneyek tine ye û kes nabêje çima ne baş e. Heger tu zanibî çima ne baş e, belkî tu li ser bixebitî û xwe rast bikî. Piştî çapkirinê jî li ser romana te nivîsên rexneyî nayên weşandin. Divê em karibin li hemberî rexneyan xwe ragirin jî, carna em rexne dikin, bi gotinên nexweş bersiva me didin, hestiyar in, zû dixeyidin, xwe aciz dikin. 

Di vî zemanî de xwendin gelek kêm bûye û her tişt dijîtalîze dibe. Nexasim jî xwendina bi Kurdî pirr qels e. Weşanxaneya Wardozê çawa li ser piyan dimîne û baweriya we bi çi tê?

Edebiyat û xwendevan divê di nava têkiliyekê de bin. 30 milyon Kurd li Bakur hebin 30 hezar xwendevan tine ne. Yanî ev nake ji sedî 0,01ê Kurdan jî. Em tenê pirtûkên bi Kurdî çap dikin. Heger em li gorî xwendinê binirxînin, jidil jî niha karê weşangeriyê dînîtî ye. Bi qasî ku ez dibînim, rastiyeke tehl heye û em ji hev re nabêjin. Weşanxaneyên Kurdan ên herî mezin bi xêra pirtûkên xwe yên bi Tirkî li ser lingan mane, ne bi xêra pirtûkên xwe yên bi Kurdî. Bi qasî ku ez dizanim ji xeynî me tenê weşanxaneya Belkiyê bi Tirkî çap nake. Em pirtûkên xwe bi tenê bi Kurdî çap dikin. Me pişta xwe da xwe ango me pişta xwe da Kurdî. Mayîna ser lingan jî ez bibêjim, heta niha em di rûnê xwe de qijilîne. Em sê kes in, ji bilî min Mehpûs Serhedî û Mem Mukriyanî. Û em ji Kurdî bawer dikin, a ku me li ser lingan dihêle, ev e. Me gotiye roja Kurdî ket, em ê jî bikevin. Lê hîn neketiye. Em reklama xwe jî bi zimanê xwe dikin. Carna hin heval dibêjin, ticaret e, reklamên xwe bi Tirkî jî bikin. Em dibêjin na, bila peşka zimanê serdestan li me nekeve. Em ê li ser ya xwe bin. Roja em ketin, em ê zanibin ku rewşa Kurdî ne baş e. 

Em werin ser siyaseta ziman. Siyaseteke me ya Kurdan ya ziman heye gelo? Çalakiyên me yên ji bo ziman çiqas bi tesîr în û rê li ber bişaftinê digirin? Kurd çanda xwe, zimanê xwe çawa hildiberînin?

Tu dibêjî siyaseta ziman, ez dibêjim bêsiyaseta ziman! Siyaseteke zimanî tine ye, bi min kî bibêje heye jî ew xwe dixapîne. Xetaya herî mezin, di serê ser de me kiriye, te dît em dibêjin, “av ji serê kaniyê şolî dibe”. Meseleya ziman tim hatiye taloqkirin. Tim weke tiştekî ne girîng be û me gotiye em ê paşê hal bikin. Edî em jî nizanin em ê çawa ji nava meselê derkevin. Zimanê me nexweş e, nexweşê nava cihan e, em rabûne bi aspirîn û seroman - Kampanya û îmza û wekî din, dixwazin wî derman bikin. Ev nexweş bi vî awayî ranabe ser piyan. Mirov zimanê xwe bi tiştekî nehesibîne kes mirov bi tiştekî nahesibîne. Siyaseteka we ya zimanî tine be, sazî û dezgehên we jî bi kêr nayên. Çend salan me şaredarî bi rê ve birin, lê siyaseteke me ya zimanî tine bû. Her tişt bi rasthatinî meşiya. Bi vî awayî nabe. Kurdî zimanekî zengîn e, lê di gelek waran da xisûsî di warê zanistê de bi pêş neketiye. Me zimanê xwe ji bo serdema modern amade nekiriye. Plansaziya zimanî tine be, em ê tim pûş bikutin.

Xwestin tiştekî baş e, kurd dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, lê ez dibêjim, em tenê di asta xwestinê de mane. Tim ji dewletê dixwazin, divê em ji xwe jî bixwazin. Asta bilind çi ye? Zanîn e. Em dixwazin, hêza me jî heye, lê em nizanin em ê çawa bi dest bixin. Loma ez dibêjim, divê em di meseleya bişaftinê de êdî ji xwestinê û wêde biçin. Hêza me heye, ez ji hêzê bawer dikim. Tirs jî weke berê nemaye. Xwestin jî heye. Maye zanîn, zanîn jî tev îşê aqil e. Bi hezaran dibistanên dewletê hene, lê dibistaneke Kurdan tine ye. Dibistan wekî aşê bişaftinê dixebitin û me dihêrin. Bila kes xwe nexapîne, zimanê me li bajaran tine ye. Di meseleya Kurdî de em ne jidil in. Li ber çavên me gişan zimanê me zindî zindî tê guravtin û bi slogan û kampanyayan ev kar naçe serî. Gava çavên min bi kampanyayan dikeve, mûyê canê min radibe êdî. Em xwe dubare dikin. Her wiha wekî em ji her tiştî re dereng mabin, em pirr dilezînin, bi bez û lezgîniyê mirov carna pirr tiştên şaş dike. Kurd berê di nava çand û folklora xwe de bûn, di nava Kurdî de dijiyan, aniha ew di nava me de dijî, ew Kurd li ser koka xwe şîn dihatin, wan diafirand. Niha ji wê reseniya xwe dûr in, naafirînin, xwe dubare dikin û ji koda berê dixwin. 

Ma eva tu dibêjî ne reşbînî ye?

Di hemû karan de hêla me ya hestewariyê pirr zêde ye, lê divê hêla me ya aqlî jî derkeve pêş. Dibêjin, “aqilê mirov dewleta mirov e.” Aqil pergalê çêdike. Aqil şik û gumanan ava dike, pirsan çêdike. Aqilê ku tenê bi xwe bawer be jî nabe, aqilê ku dişêwire lazim e ji me re. Kurd çi dikin, divê bi hev re bikin, bi hev bişêwirin. Bi heqaretê çênabe, heqaret karê hestiyariyê ye. Navê rastbêjiyê bûye, reşbînî. Tu rastiyê dibêjî, ew dibêjin tu reşbîn î. Divê em Kurd rastbêj bin û karibin ji hev re rastiyê bibêjin. Pesindarî dikare mirovan ji rê jî derxe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.