Gotareke nû li ser hêza jinê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:27

Hunermenda Efro-Emerîkî Delita Martin di rêzeberhemên xwe de bi gelek mijarên jinên Efro-Emerîkî dadikeve. Di yekê ji wan de jî ew behsa hêza kewandinê ya rîtual û rêûresman dike. 

Ji bo van berhemên xwe ew dibêje, "Berhemên min ên rêza I See God in Us (Ez di [nava] me de xwedê dibînim) ne tenê tebeqeyên tekstur û teknîkan in, ew her wiha sembolîzm in jî. Rengê şîn bi gelek tonên xwe hat bikaranîn. Ew rengê nîşana şevê ye û nûnerê mekanê efsûnî û manewî ye; mekanekî bi kûrahî di çîrokên çandî û devkî de bi cih bûye yê ku destûra qebûla sêhrê dide li wê dinyaya ku wekî din mantiqî ye. Jinên di van berheman de efrîdên efsûnî ne ku hêza wan heye ji çerm û hebûna xwe ya reşik û wêde biçin bi şêwazekî manewî. Bi saya serê hûnandina dîrokî û çîrokbêjiyê ew gotareke nû ya li ser hêza jinê mumkin dikin."

Îlhama wê rêûresmên devkî, wêneyên di albûma malbatê de ne. Ji bo teknîka xwe jî ew dibêje, "Di berhemên xwe de ez nîşanan û sembolan bi hev re bi kar tînim da ku zimanekî dîtbarî biafirînim. Gava ez vî zimanî di nava çîrokbêjiya devkî de dihelînim, ez nasname û gotaran pêşkêşî jinên rengîn [yanî ne spî û ji civaka serwer]." 

Delîta Martin hunermendeke îro roj li Texasê dimîne. Heta niha berhemên wê bi awayekî serketî li seranserî parzemîna Emerîkayê nexasim li Bakurê Emerîkayê hatine nîşandan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.