Gornebaşiya Tirkiyeyê diçe NY’ê

În 15 Cotmeh 2021 - 01:33

  • Dewleta Tirk bi raporê sabît 18 goristan û hezar û 644 gor bi temamî xerakirin û 2 hezar û 926 goristan jî texrîb kirine. MOJUST û OHD bi hev re wê raporê bidin Raportora NY´yê ya Tirkiyeyê û ew dixwazin ku dewleta Tirk lêborîna xwe ji malbatan bixwaze.

OMER ÇELÎK / MA/AMED

Weqfa Mojust ku navenda wê li Swîsreyê ye û OHD, derbarê êrişên li dijî goristanan û cenazeyan raporek amade kir. Rapor dê berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê a NY’ê bê kirin. Di raporê tê xwestin ku Tirkiye lêborîna xwe ji malbatan bixwaze. 

Çavdêrxaneya Edaletê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî (Mezopotamia Observatory of Justice-MOJUST) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD) têkildarî êrişên li dijî goristanên Kurdan û cenazeyên wan ên di navbera 2015-2020’an de, raporeke 142 rûpelî amade kir. 

Rapor ji du beşan pêk tê û bi Ingilîzî hatiye amadekirin. Di beşa pêşî ya raporê de polîtîkayên çewisandinê yên berbelav û sîstematîk ên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan hatine destnîşankirin. 

Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji salên destpêkê yên komarê heta niha li hemberî Kurdan rêbazên otorîter ên sîstematîk hatine bikaranîn û armanca vê bişavtina Kurdan û qirkirina neteweya Kurd e. 

 

Êrîşên sîstematîk li dijî cenazeyan

Rapor di beşa diduyê ya bi sernavê “Şerê Tirkiyeyê yê li Hemberî Gorên Kurdan” de jî li ser êrişên li hemberî goran û cenazeyan sekiniye. 

Li gorî tespîtên hatine kirin, di raporê de hatiye destnîşankirin ku di navbera 17’ê Îlona 2015’an û 4’ê Nîsana 2020’an de polîs û eskeran 18 goristan xera kirine. Rapor di dewamê de dibêje, “Herî kêm hezar û 644 gor bi temamî hatin xerakirin, 2 hezar û 926 goristan jî hatin texrîbkirin. Li bajarê Şirnexê 900 gor ji binî ve hatin xerakirin û hezar û 475 gor jî hatin texrîbkirin. Li Amedê 143 gor ji binî de hatin xerakirin û 340 gor jî hatin texrîbkirin. Li Êlihê 200 gor ji binî ve hatin xerakirin û 369 gor jî hatin texrîbkirin. Li Dersimê 150 gor ji binî ve hatin xerakirin û 3 gor hatin texrîbkirin. Li Wanê 41 gor hatin xerakirin û 69 gor jî hatin texrîbkirin. Li Sêrtê 200 gor hatin texrîbkirin. Li Mêrdînê 232 gor hatin texrîbkirin. Li Pirsûs a Rihayê 9 gor ji binî ve hatin xerakirin û 3 gor hatin texrîbkirin. Li Bedlîsê 267 gor ji binî ve hatin xerakirin. Li Colemêrgê 54 gor ji binî ve hatin xerakirin. Li Mûşê 27 gor ji binî ve hatin xerakirin û 8 gor hatin texrîbkirin. Li Çewligê 80 gor hatin texrîbkirin. Li bajarê Agiriyê ‘Goristana Şehîd Sûat Tekîn Kizilay’ ji hewayê ve bi helîkopteran hat bombeberankirin û gelek gor texrîb bûn û ev yek tişta hatiye kirin bi awayekî eşkere dide der. Li bajarê Mêrdînê rewşa ‘Pakrewangeha Egît Sûrûc û Goristana Ayten Tekîn’ û li navçeya Qaqizman a Qersê rewşa ‘Goristana Çemçe’yê jî nayê zanîn. Wekî ku MEBYA-DER jî diyar kiriye, ji ber ku xebatên di vî warî de tên astengkirin û bi israr tên krîmînalîzekirin, hejmara goristanên hatine texrîbkirin ên di vê rapora lêkolînê de cih digirin, tenê teqabulî ji 4 paran pareke hejmara goristan û gorên hatine texrîbkirin û rûxandin dike.”

Raporê didin NY’yê

Di raporê de êrişên li hemberî goristanan roj bi roj bi wêneyan hatine nîşandan û hatiye gotin, parlementerên HDP’ê di navbera 2’yê Gulana 2019’an û 17’ê Hezîrana 2020’an de têkildarî êrişên sîstematîk ên li hemberî goristanên Tirkiyeyê 23 pêşniyazname dane meclîsê, lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pêşniyazname nebersivandine.

Di raporê de îşaret bi mewzûatên qanûnî yên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye îmze kirine û ji bo diyarkirina kiryarên êrişan hatiye xwestin ku demildest lêpirsîneke adil, bêalî û çalak bê kirin û Tirkîye ji malbatan lêborîna xwe bixwaze. 

Rapora ku ji hêla her du saziyan ve hatiye amadekirin, wê di nêz de berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê ya NY’yê Mary Lawlorê bê kirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.