Xwedî li şehîdan derkevin

Çarşem 4 Çile 2023 - 00:26

  • Birayê şehîd Serhat Doktor, Hanifî Can got, ji dema ku birayê wî di sala 2012´an de şehîd bûye, cenaze çar caran li cihên cihê hatiye veşartin û ev yek weke zilmeke mezin bi nav kir.

Birayê şehîd Serhat Can, Hanifî Can bang li malbatên şehîdan kir, da ku ji bo wergirtina cenazeyên xwe miracaetên xwe bikin. 

Leşkerên Tirk Goristana Şehîdan a Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser navenda Bedlîsê ve rûxandibû û 282 cenazeyên gerîlayan ji gorên wan derxistibûn. Di 2’yê çileyê 2018’an de Walîtiya Bedlîsê daxuyanî dabû û ragihandibû ku wan cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. 

Di nava van 5 salan de heta niha malbatan 23 cenaze wergirtine. Hewldanên malbatên din jî dewam dikin. Paşê derketibû holê ku cenazeyên li Goristana Kilyosê, li peyarêya goristanê hatine veşartin. 

Hanîfî Can cenazeye birayê xwe şehîd Serhat Can (Serhat Doktor) di encama têkoşîna 2 salan de ji peyarêya Goristana Kilyosê di sala 2019’an de wergirt. Li aliyê din dayika şehîd Egîd Dilar piştî 7 salan karî cenazeyê kurê xwe wergire.  

Li goristana bêkesan hatine veşartin 

Hanifî Can ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re peyivî. Wî bi bîr xist ku birayê wî sala 2005’an ji bo şerê li Kurdistanê bê rawestandin, tev li çalakiya “Mertalên Zindî” bûbû û piştre tev li nav refên PKK’ê bû. 

Hanifî Can da zanîn ku birayê wî sala 2012’an de şehîd bûye û dewletê cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû. 

Hanifî Can diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de wî di encama miracaetê de cenazeyê birayê xwe ji Meletiyê wergirtiye û biriya xwe li Goristana Xerzanê veşartiye. Wî da zanîn ku wê heyamê jî wan cenaze di encama testa DNA’yê de wergirtiye. 

 

Cenaze 4 caran hatiye veşartin 

Hanifî Can bi bîr xist ku ji roja ku birayê wî Serhat Doktor şehîd bûye, heta îro 4 caran li cihên cuda cenazeyê wî veşartine û ew vê rewşê weke ne insanî û dijmirovî şirove dike. 

Can anî ziman ku li gel ku 5 sal di ser derxistina cenazeyên li Şehîdgeha Xerzanê re derbas bûne jî gelek cenaze nehatine wergirtin û ev bang li malbatan kir: “Ji vê muameleyê xerabtir tiştekî din tine ye. Divê malbatên me hemû, miracaet bikin û zextê li dozgeriyê bikin da ku cenazeyên xwe wergirin. Heta ku miracaetê nekin, wê nikaribin cenazeyên xwe wergirin.” 

 

Piştî 7 salan cenaze wergirtin

 

Di salên 2015-2016’an de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyan pêk hat.

Di dema vê berxwedanê de li navçeya Colemêrgê Geverê, zêdetirî 90 kesî şehîd bûn û hin cenaze jî radestî malbatan nehatibû kirin.

Ji van cenazeyan yek jê jî ya şervanê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Egîd Dilar (Aydin Kurt) e. Piştî 7 salan cenazeyê Kurt radestî malbatê hat kirin. 

Hate zanîn ku encama testa DNA´yê eşkere bûye û ew çûne Goristana Bêkesan ya li Erziromê cenazeyê kurê xwe wergirin. Malbatê her wiha da zanîn ku ew ê cenaze bînin li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baxlerê ya Amedê veşêrin.

 

Ez kurê xwe dikim mêvanê Çiyager

Dayika şehîdî, Peyrûze Kûrt anî ziman ku ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne gelek caran xwîn daye û miracaet kiriye, lê miracaetên wê hemû jî bê encam mane: “Ez gelek şad û kêfxweş im ku cenazeyê kurê xwe tînim Amedê. Ez kurê xwe tînim dikim rêheval û mêvanê Çiyager. Ez bawer dikim ku ev û doza wî ya ku nîvî maye, wê bi hezaran Egîd bibin serî. Wê bi hezaran Egîd serê xwe bilind bikin û xwîna wî li erdê nahêlin. Hêviya min pirr xurt û mezin e. Heta ku xwîn di canê min de bigere, ez ê xwedî li doza wî derkevim û vê dozê bimeşînim. Ez ê li ser şopa Egîdan bim. Ez 7 sal in li hestiyê Egîdê xwe digeriyam. Ji ber ku min îro Egîd dîtiye, ez gelekî kêfxweş im. Çawa ku ev 7 sal in min hêviya xwe winda nekir, min heta cenazeyê kurê xwe dît, ez bawer dikim ku wê bi vê hêviyê Kurdistan jî azad bibe.”

STENBOL/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.