Hovîtiyeke din a Tirkan çû ber DMME’yê

În 27 Gulan 2022 - 22:36

  • Malbatan bi rêya parêzerên xwe ji ber sûcên ‘heqaret li bibîranîna kesî hatiye kirin’ û ‘êşkence û eziyetê’ gilî kir li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, lê dozgeriyê destûra lêpirsînê neda.

Ji bo dosyeya cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibû revandin û li Goristana Kîlyosê ya li Stenbolê bi awayekî hovane û dûrî rûmeta mirovî hatibû veşartin, mexdûran miracaetî  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) kir. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê ji bo dosyeya cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibû revandin û li Goristana Kîlyosê hatibûn veşartin, miracaetî DMME´yê kir. Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatibû rûxandin, ji nav 300 cenazeyan, 265 cenaze hatibûn revandin û li peyarêka Goristana Kîlyosê ya Stenbolê, bi awayekî hovane hatibûn veşartin.

Malbatan bi rêya parêzerên xwe ji ber sûcên ‘heqaret li bibîranîna kesî hatiye kirin’ û ‘êşkence û eziyetê’ gilî kir li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, lê dozgeriyê destûra lêpirsînê neda. Di heman demê de miracaeta li Dadgeha destûrê jî bêencam mabû.

Li ser vê yekê, parêzerên OHD’ê li ser navê malbatan ji ber ku rêya hiqûqa navxweyî nemaye, miracaetî DMME´yê kir. Di miracaetê de qala benda 8’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê hate kirin. Di benda 8’an de qala ‘Hurmeta ji bo jiyana taybet û malbatê’ tê kirin. Di heman demê de ji ber ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin jî miracaet hat kirin.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.