Gornebaş bişikînin jî ew ava dikin

În 7 Çile 2022 - 22:39

  • Hêzên dewleta Tirk a dagirker li gelek bajarên Kurdistanê çi eşkere û çi jî bi dizî gelek caran êrişî gorên cangoriyên Kurdistanê dikin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li gelek bajarên Kurdistanê çi eşkere û çi jî bi dizî gelek caran êrişî gorên cangoriyên Kurdistanê dikin. Beriya çendekê li Goristana Asrî ya Cizîrê jî bi êrişekê gelek kêlên gorên şehîdan hatin şikandin.

Malbatan nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da û got, "Çiqasî bişikînin jî em ê her carê ji nû ve çêkin."

Li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê, êriş li dijî gorên 6 şehîdên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn û şehîdên êrişên qirkirinê yên sala 2015'an hate kirin. Malbatên ku pêr çûn serdana goristanê, dîtin ku gor hatine xerakirin. Hate ragihandin ku kêlên gorên şehîdan hatine şikandin û beşek ji goran hatiye koland.

Dayika Osman Cagli yê ku sala 2015'an li Cizîrê hate qetilkirin, Hamşî Cagli nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî goristanê da û got, "Doh (pêr) em çûn serdana goristanê, lê me dît ku kêlên gorên zarokên me hatine şikandin. Gelo çêdibe ku mirovekî miriye, bi vî rengî êriş lê bê kirin? Hem we ew kuştin, hem jî hûn kêlên gorên wan dişikînin. Ma dibe ku mirov vê yekê li miriyan bike? Ev yek heqareta li me ye."

Dayika Mehmet Emîn Levent ê ku li Cizîre hate qetilkirin û gora wî hate xerakirin, Şemsiye Levent jî got, "Dilê me şewitî, bila yê wan jî bişewite. Ew ne misilman in. Tiştekî bi navê maf û hiqûqê nemaye. Bi êrişa li dijî gorê, ew mirov ji nû ve sax nabe. Qîma xwe bi kuştinê naînin, êrişî gorê jî dikin. Çi zerara gorê li we heye? Çiqasî dixwazin bila bişikînin, em ê ji nû ve her carê çêkin."

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.