Goristana şehîdan paqij kirin

În 4 Kanûn 2020 - 16:45

  • Bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê ji Dest Dane (MEBYA-DER) goristana Şehîd Harûn a li Licê hat kirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê ji Dest Dane (MEBYA-DER) rêxistinên navend û navçeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) paqijiya goristana Şehîd Harûn a li Licê hat kirin. Rêxistinên navçeyê yê DBP û HDP'ê yên Farqîn, Licê, Pasûr, Hênê, Bismil, Baxler, Yenîşehîr, û Peyasê jî tevlî paqijiya hat kirin bûn. Di heman demê de Komeleya Piştevaniya Malbat û Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Îslama Demokratîk (DÎK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina Meclîsa Ciwanan jî çûn serdana goristanê. Malbat, rêveber û endamen saziyan bi hev re gorên ku hatibûn rûxandin nû kirin û nava goristanê jî paqij kirin.

Piştî paqijkirina goristanê li ser navê saziyan daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas daxuyanî xwend. Yukselê got, li dijî gorîstanan polîtîkayeke şer a taybet tê meşandin: “Li navçeyên Amed û herême gelek caran goristan hatin ruxandin û şewitandin. Helwêst û êrişên wan ê li dijî mirovahiyê di bîra civakê de ne.”
 
Bi sedan cenaze nedane malbatan

Yuksel got, li gelek deverên Tirkiyê û Kurdistanê cenazeyan nadin malbatan û wiha peyivî: “Ji bo ku gel bê îrade bikin, cenazeyan li goristanên bêkesan defin dikin. Li Amedê 28 cenaze li goristana bêkesan li benda definkirinê ne. Dîsa bi giştî li herêmê em dikarin vê rewşê bibînin. Li Maletiyê 270 cenaze, li Wanê 70 cenaze, li Sêrtê 100 û li Xarpêtê jî 30 cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Her wiha li bajarên din bi sedan cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Polîtîkayên şerê taybet dûrî exlaq in. Divê dawî li van polîtîkayên xwe yên qirêj bînin.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.