Gorên komî encama xiyanetê ne

În 26 Çile 2024 - 01:45

Pêr 41 cenazeyên qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji nava gorên komî hatibûn derxistin, piştî testa DNA’yê ya li Tiba Edlî ya Bexda’yê gihîştin Şengalê. Malbat, saziyên Şengalê û xelkê herêmê li Herdan, Qinê û Koço’yê bi merasîmên ew girseyî spartin axê. Tevî ku PDK bi xwe sedema gorên komî ye jî, dîsa li van merasîman de amade bû û xwest rola xwe ya di qirkirina Êzîdiyan de veşêre. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen li Solaxê beşdar bû, Xwedêda Eliyas jî li Herdanê beşdarê merasîma spartina axê ya qurbaniyên fermanê bû. Xwedêda Eliyas li cihê merasîmê axivî û rexneyên tund li PDK’ê girt. Eliyas da zanîn ev komkujî û gorên komî ji ber xiyaneta PDK’ê bûye û got:“Siyaseteke qirêj li ser gelê me didin meşandin. Wisa kirine civaka me ya di bin desthilatdariya wan de ji rastiya xwe dûr bikevin û nekarin rastiyê vebêjin. Heya gelê me nekaribe rastiya xwe bîne ziman, nebe xwedî îrade ew ê nikaribe rê li ber fermanan jî bigire. Di dema fermanê de hemû hovîtî li ser gelê me pêk hat xelk qetilkirin û li van gorên komî de hatin veşartin û Şengalê talankirin. Îro bi hezaran kes li vir in, ji bilî zarokên 10 salî li ber çavê van hemû kesan îxanet li me hate kirin, lê mixabin gelê me vê rastiyê nabêje herkes dizane yên bûn sedema vê fermanê û van gorên komî malbata Barzanî û hevkariya wan a bi dijmin re bû.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.